00:04 21 Mijdar 2017
Zindî
    Michael Fallon - Mesûd Barzanî

    ‘Brîtanya dê piştgirî bide Herêma Kurdistanê'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3230

    Wezîrê Parastin a Brîtanya Michael Fallon li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Michael Fallon di vê hevdîtinê de ji Barzanî re ragihand ku piştgiriya Brîtanyayê bo Kurdistan û hêzên Pêşmerge dê dewam bike.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî îro pêwazî li Wezîrê Parastina a Brîtanya yê Michael Fallon û şandeya pêre li Hewlêrê kir.

    Di hevdîtinê de Wezîrê Parastin a Brîtanya ji bilî nirxandina rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li dijî şerê terorîstan pîrozbahiya û serkeftinên hêzên Pêşmerge li Serok Barzanî kir, serxweşiyên xwe jî ji bo kesukarên şehîdên Pêşmerge ragihand. Her wiha piştevaniya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmerge dubare kir.

    Hate diyarkirin ku hevdîtinê de qonaxên operasyona azad kirina Mûsilê, her dua liyan nêrînên xwe yên derbarê qonaxa piştî DAIŞê û gefên wê qonaxê, rola pêkhateyan, Hıkûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û hevpeyman, herwiha dabînkirina asayiş û birêveberiya parêzgeha Nînowayê hatin nirxandin.

    Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya emnî û siyasiyên Sûriye mijareke dinê vê civînê bû ye.

    Bi heman mijarî:

    Iraqê, çûnûhatina Herêma Kurdistanê buha kir
    Wezîrê Bergiriyê yê Ingiltereyê Fallon li Herêma Kurdistanê ye
    DAIŞê li Herêma Kurdistanê 385 penaber revand
    Norwêc soza berdewamkirina alîkariya mirovî bo Herêma Kurdistanê dide
    Zanayên Hêzên Islamî yên Herêma Kurdistanê civiyan
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê 465 hezar dolar ji şirketa siûdî wergirtin
    Etîketan:
    pêşmerge, piştgirî, hevdîtin, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Michael Fallon, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de