03:47 21 Mijdar 2017
Zindî
    Civîna Nêçîrvan Barzanî û Michael Fallon

    Neçîrvan Barzanî û Fallon bo mijara DAÎŞê civiyan

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6962

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Ingiltereyê Mishael Fallon vê sibehê li Hewlerê li komcivînek pêk anî. Mijara Barzanî û Fallon tekoşîna li dijî rêxistina terorî ya Daîşê bû.

    Wezîrê Berevaniya Ingiltereyê Michale Fallon ku duhî hatibû Herêma Kurdistanê û ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Fallon vê sibehê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

    BARZANÎ XWEST INGILTEREYÊ ALÎKARIYA XWE BERDEWAM KE

    Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin hevdîtina Barzanî û Fallon li ser mijarên peşketinên derbarê şerê DAIŞê ûrewşa operasyona Mûsilê bû. Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku alîkariyên xwe yên didin Herêmê berdewam bikin.

    Michael Fallon piştî vê hevdîtinê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

    Ingiltere ku yek ji welatên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye ji 80ê zêdetir rahênerên leşkerî yên vî welatî li Hewlêrê hatine bicihkirin. Leşkerên Ingiltereyê perwerdeya eskerî didin Hêzên Pêşmerge.Herwiha Brîtanya di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyê dide pêşmerge.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Bergiriyê yê Ingiltereyê Fallon li Herêma Kurdistanê ye
    Peskov: Îdiayên Wezîrê Parastin a Brîtanya yê Fallon bêbingeh in
    Wezîrê Parastin ê Birîtanyayê Michael Fallon çû Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Wezîrê Berevaniyê yê Ingiltere, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Michale Fallon, Neçirvan barzanî, Ingiltere, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de