16:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Bûlgarya wê perwerdeyê bide Hêzên Pêşmerge

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5521

    Di çarçoveya rêkevtineke di navbera Wezareta Pêşmerge û Nûnertiya Bulgarya li Iraq û Herêma Kurdistanê de wê Bulgarya perwerdeya leşkerî bide Hêzên Pêşmerge.

    Wezareta Pêşmerge û Nûnertiya Bulgarya yê ji bo karê bazirganî li Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser çend projeyan rêkevtinek îmze kirin. Ji bo merasîma îmzekirina rêkevtinê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer û Nûnerê Bulgarya li Iraq û Herêma Kurdistanê Dimîtar Ûgrînov civînek li dar xistin.

    Di civînê de hat diyarkirin ku wê di warê serbazî, perwerdekirin û xurtkirina Hêzên Pêşmerge, bi taybet jî di warê bêbandorkirina mayinan bi amûrên elektronîkî Bulgarya perwerdeyê bidin Pêşmergeyan.

    Hem Yawer Hem jî Ûgrînov diyarkirin ku projeyên ku hatine îmzekirin xizmeteke baş ji bo Hêzên Pêşmerge pêk bînin. Bûlgarya di warê tendûristiyê de jî hewkariyê bi Hêzên Pêşmerge re dike.

    Bi heman mijarî:

    Kanada çekan dikire ta ku ji Pêşmergeyan re bişîne
    Merkel: Em li Iraqê digel pêşmergeyan şerê terorê dikin
    Pêşmergeyan 16 hezar mayîn û teqemeniyên DAIŞê bêbandor kirin
    ‘Alîkariya DYAyê weke mûçe li Pêşmergeyan tê belavkirin'
    Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re
    Etîketan:
    mayin, perwerdeya leşkerî, Hêzên Pêşmerge, Nûnertiya Bulgarya li Iraqê û Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Dimitar Ûgrînov, Cebar Yawer, Bulgarya, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de