05:50 21 Mijdar 2017
Zindî
    Celal Talbanî

    Civîna YNKê bi beşdariya 'Mam Celal' destpê kir

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3840

    Civîna Polîtburoya YNKê bi amadebûna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî û di bin serokatiya Cigîrê yekem ê Sekreterê YNKê Kosret Resûl destpê kir.

    Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) çend roj berê aşkere kiribû ku wê civîn bi amadebûna ‘Mam Celal' ve pêk were. Di vê çarçoveyê de îro li Silêmaniyê Polîtburoya YNKê di saetên sibê de civiya.

    Li gorî zanyariyên ku polîtburoya YNKê belav kiriye, di civînê de wê li ser rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bên guftûgokirin. Herwiha wê rêveberiya YNKê li ser pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di nava YNKê de jî wê di civînê de were nîqaşkirin.

    Çavlirêye ku di civînê de bangewaziya PDKê ji bo YNKê jî wê were nirxandin û bersiva PDKê jî bê dayin.

    Piştî bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest bi hevdîtinan kiribûn. Di vê çarçoveyê de Mesûd Barzanî weke serokê PDKê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 9ê sibatê de beşdarî civîna partiya xwe bibû û bang li YNKê kiribûn ku ew li bende bersiva wan in.

    Bi heman mijarî:

    PDK û YNK ji bo bihêzkirina şanda Bexdayê danûstandinê dikin
    Ji ser êrîşa mezin a bi ser PDK û YNK de 13 sal derbas bûn
    ‘PDK û YNK wê bi hev re serdana aliyan bikin'
    PDK û YNK bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê komîteyeke hevpar ava dikin
    PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin
    Etîketan:
    Hikûmeta Bexdayê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, YNK, PDK, Celal Talabanî, Nêçîrvan Barzanî, Kosret Resûl, Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistan, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de