16:30 26 Gulan 2018
Encûmena Siyasî ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê

Komele: Goran û Komele ji proseya siyasî tên dûrxistin

© Foto: Navenda Komeleya Îslamî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 31

Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Rêbiwar Hemed îdia kir ku Tevgera Goran û Komele ji serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û proseya siyasî tên dûrxistin.

Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Rêbiwar Hemed ji bo ajansa fermî ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê axivî û got, "Bi awayekî eşkere diyar e ku demkuştin û sistî heye. Hewileke dualî heye û her wiha ji bo rêkeftineke li derveyî pêncalî jî hewil tê dayîn."

Hemed di derbarê çareseriya kêşeyan de got, "Çareserî ew e ku divê partî careke din li ser peyama dawîn a Barzanî bixebite, ku aliyan pêşwaziya wê kiribûn û dilê welatiyan xweş kiribû. Alî bi wê rê û hewla ku li derveyî pêncaliyan nagihêjin encamê û hikûmet dibe nîvî bi nîvî."

Rayedarê Komeleyê di dewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Ji bo me bijardeya opozîsyonbûnê her dem egereke vekirî ye. 4 sal em opozîsyon bûn û qonaxa yekem a opozîsyonbûnê ji bo proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xizmeteke mezin kir. Di qonaxa duyemîn de em jî beşdarê opozîsyonê bûn û em heta niha jî di nava opozîsyonê de cih digirin. Lê kêmtirî salekê ji hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê re maye û em li ser careke din beşdarî opozîsyonê bibin, nepeyivîne."

Bi heman mijarî:

Komeleya Îslamî tohmetên Mihemed Hacî Mahmûd red kirin
Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê: Em ê projeya hevbeş berdewam bikin
Asayişa Hewlêrê riya parlamenterên Komele û Goranê asteng kirin
PDK-Î û KOMELE dê bi hev re “berxwedan”ê xurt bikin
YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
Etîketan:
Tevgera Goranê, Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Rêbiwar Hemed, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de