03:28 21 Mijdar 2017
Zindî
    Xwepêşandan ji bo Abdullah Ocalan

    Komeke ciwanan ji bo Ocalan ji Silêmaniyê heta Hewlêrê dest bi meşê kir

    © REUTERS/ Fabian Bimmer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2522

    Li Herêma Kurdistanê komeke ciwanên girêdayî Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Rêxistina Jiyanaweyî Ciwanan ji bo ‘şermezarkirina' girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ê ku di 15ê Sibata 1999an de hatibû girtin, ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve dest bi meşê kirin.

    Hat ragihandin ku wê koma ciwanan pêşiyê li Parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê da û paşê bi dirûşma ‘Em bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê parçe dikin, Rêbertiyê azad dikin' dest bi meşa xwe ya ji Silêmaniyê heta Hewlêrê kirin.

    Tê payîn ku koma ciwanan 15ê Sibatê roja salveger a girtina Ocalan xwe bigihênin Hewlêrê.

    Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê meşeke wisa dirêj a ji bo Serokê PKKê Ocalan ev cara yekemîn e tê lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ocalan dixwaze têkeve dewrê'
    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser rewşa Ocalan daxuyanî da
    Ji bo parlamenterên HDPê Îbrahim Ayhan û Dilek Ocalan biryara girtine
    Dîlek Ocalan ji Moskowê: Ez bêm girtin jî ez ê werim Tirkiyê
    Serokê DMMEyê: Astengkirina parêzerên Ocalan li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye
    Jirînovskî: "Ji bo Ocalan hewldan min bikujin"
    Karayilan: 'Tiştek bi serê Ocalan de bê, emê ‘Tabûra Nemiran' bixin dewrê'
    Etîketan:
    lidarxistin, meş, Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, Serokê PKKê, Abdullah Ocalan, Hewlêr, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de