04:28 21 Îlon 2017
Zindî
    Jinên êzidî

    'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4443

    Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê gotinên Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mun ku gotibû, êzidiyan ji bo rizgarkirina jinên revandî 45 milyon dolar dane, red kir û got, 'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e.'

    Rêveberê Giştî yê Karûbarê Êzîdiyan di Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê de, Xeyrî Buzanî piştî civîna 7ê Sibatê ya bi şandeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya azadiya olî re daxuyanî da.

    Li gor medya herêma Kurdistanê Buzanî rexne li dezgehên alîkariya mirovî yê navdewletî girt ku alîkariya pêwîst bo penaberan nakin û diyar kir, di civîna şandeya YEyê de, li ser pirsgirêk û gazinên êzîdiyan gotûbêj hatine kirin.

    Buzanî herwiha gotinên Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mun ku gotibû, êzidiyan ji bo rizgarkirina jinên revandî 45 milyon dolar dane, red kir û got, ‘ew yek dereweke mezin e.'

    Bi heman mijarî:

    Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
    Senatorên Amerîkî ji bo domandina toleyên ser Rûsyayê pêşniyar qanûneke nû pêşkeş kir
    Rûsya û Amerîkayê ji bo qada asmanî ya Sûriye û Iraqê vîdyo konferans pêk anî
    Rûsya: Her çi kesên tiliya wan di kuştina Karlov de hebe, dê bên sizadan
    Endamên DAIŞê yên biyanî êdî naxwazin şer bikin
    Etîketan:
    Wezareta Ewqafan a herêma Kurdistanê, 'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e', Kurdistan, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de