06:38 23 Mijdar 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    PDKê biryara guhertinên navxweyî da

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5821

    Di civîna Civata Serokatiya PDKê de biryara berdewamkirina civînên ligel aliyên siyasî û guhertinên navxweyî derket.

    Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî de civîna xwe pêk anî.

    Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bi civînekî rojnamevanî naveroka civînê ji rayegiştî re parve kir û da zanîn, ku mijarên weke guftûgoyên ligel Bexdayê, danûstaninên ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û guhertinên navxweyî hatine gotûbêjkirin.

    JI BO GÛFTÛGOYÊN LI GEL BEXDAYÊ 2 KOMÎSYON HATIN AVKIRIN

    Mehmûd Mihemed eşkere kir ku Iraqa nû li ser nehiştina nakokî û neheqiyên di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên cuda hatibû avakirin. Ji ber vê yekê ev mijar hate gotûbêjkirin, ku divê bi şêweyekî din ligel Bexdayê danûstandin bênkirin. Pêwendiyên nû bi şêweyeke din bên birêxistin û ev yek jî bi eşkere ligel wan hatiye behskirin.

    Mihemed daxuyand, ku di civînê de yekgirtina aliyên Kurdistanî ya li hember neheqî û planên nehez ên li ser mafên neteweyî gûftûgo hatine kirin û got: "Diyar e weke PDKê me rêçek girtiye ber xwe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan emê berdewamî bidin guftûgoyan."

    Derbarê hevdîtinên ligel Hevpeymaniya Nîştîmaniya Iraqê de jî Mehmûd Mihemed ragihand ku biryar hate dayîn ji bo berdewamkirina danûstandinan du komîsyon bên pêkanîn. Nûnerên partiyên siyasî jî di nav de bin. Li gel Bexdayê mijara serxwebûnê û mijara rêveberiyên herêmî bê axaftin.

    HEVDÎTININ BI PARTIYÊN DIN RE DEWAM DIKIN

    Mehmûd Mihemed eşkere kir, ku piştî Polîtbûroya YNKê civînên navxwe pêk bîne dê her du alî careke din bicivin û beşek ji berpirsên YNKê baş dibînin, ku pêdaçûnek li ser rêkeftina stratejîk a YNK û PDKê de bê kirin.

    Berdevkê PDKê diyar kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî ew dê civînên ligel aliyên din berdewam bikin da ku li ser pakêteke hevpar û rêxistineke nû bigihin biryarên çareseriyê.

    GUHERTINÊN PARTIYAN

    Mihemed destnîşan kir, ku di civînê de mijara guhertinên nav partiyê de jî hatine gotûbêjkirin û wiha got:

    "Li gorî biryar û raspartina raporên komîsyonan pêwîst hate dîtin, ku di hinek erk û kursiyan de guhertin bên kirin. Di van rojên pêş de dê encamên van guhertinan bên dîtin. Di hinek dezheyên PDKê yên liqên Duhok, Hewlêr û Kerkûkê de dê guhertin çêbibin."

    Di vê navberê de medyaya Herêma Kurdistanê lîsteyek belav kir ku tê îdiakirin biryarên guhertinê yên PDKê ne. Li gorî van nûçeyan PDKê di civîna xwe ya îro da di nava partiyê de ev guhertin pêk anî:
    Ahmed Kanî berpirsê liqa 2
    Mihemed Xurşîd berpirsê liqa 3
    Kirmanc Ebdulla berpirsê liqa 23
    Bilind Ismaîl berpirsê liqa 16
    Hîwa Ehmed Mistefa berpirsê liqa 24
    Elî Ewnî berpirsê liqa 10
    Hisên Qado berpirsê liqa 26
    Sebah Beytulla berpirsê liqa 9
    Mehmud Êzdî berpirsê liqa 20
    Elî Teter berpirsê liqa 8
    Elî Hisên berpirsê mekteba peywendîyên nîştîmanî
    Rêbiwar Yelda berpirsê mekteba rêkxistin
    Mesûd Saleyî berpirsê mekteba çavdêrî û dîvdaçûn
    Çinar Saed Ebdulla berpirsa mekteba dîrasat
    Sasan Ewnî berpirsê mekteba rêkxirawên cemawerî û pîşeyî
    Erefat Kerem serokê fraksîona partî li parlemanê Iraqê

    Bi heman mijarî:

    Endamê Meclîsa Yekgirtûya Îslamî bertek nîşanê PDKê û YNKê da
    'Rêveberiya PDKê ji ber destdanîna ser wesayita HDPê lêborîn xwest'
    'Nûnerê PDKê li Qahîreyê gotiye: Em ê piştgiriyê bidin sîstema federal a demokratîk'
    Asayîşa Sîlêmaniyê nehişt mamoste biçin ber avahiya PDKê
    'Di serdemên herî awarte de jî têkiliyên PKKê û PDKê kêm nebûne'
    Kamuran Yuksek çû serdana PDKê
    Etîketan:
    biryar, guhertin, civîn, PDK, Mehmûd Mihemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de