03:14 25 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr - Herêma Kurdistanê

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê 465 hezar dolar ji şirketa siûdî wergirtin

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3331

    Wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh nêzîkî 500 hezar dolar wek teqsîta duyem ji kampnayaya Lamayê ya Erebistana Siûdî stendin.

    Berpirsarê Pêkvejiyana Olî yê Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşibendî duh ragihand ku 7ê Şibatê bêtirî 465 hezar dolar wek teqsîta duyem ji kampnayaya Lamayê ya Erebistana Siûdî stendye û hîn du teqsîtên din mane.

    Li gorî nûçeya NRTyê, Neqşibendî diyar kir ku ev pere beşek ji milyon û 800 hezar dolarî bû ku sala 2011an ji Hikûmeta Herêma kurdistanê beramberî veguhestina heciyên herêmê wergirtibû lê wan nekarîbû wî karî bikin.

    Herwiha Neqşbendî got: " Şirketê dest danîbû ser wan pereyan, lê Wezareta Ewqafê bi rêya dadgeha Erebsitana Siûdî hukimê vegerandina wan pereyan wergirtiye ku bi çar teqsîtan were dayîn ji ber wê demê pereyên şirketê tine bûn ku bi awayekî pêşîn bide."

    Li gorî nûçeyê, Merîwan teqez eşkere kiriye ku ev teqsît dê li ser çar salan were dayîn ku her salê dê yek ji wan were dayîn û heta niha wan tenê du teqsît wergirtine.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Iraqê: Hîn projeya siyasî ya serxwebûna Kurdistanê nehatiye pêşkeşkirin
    Teknîka leşkerî ya bûndesverê li Herêma Kurdistanê ye: DAIŞ bi çekên almanî gulebaran dike
    Herêma Kurdistanê, dema mayîna geştiyarên tirk û faris kêm kir
    Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, di 15ê Sibatê de li Moskowê dicivin
    Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir
    Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê doz li melayekî vekirin
    Etîketan:
    dolar, pere, Merîwan Neqşbendî, Erebistana Siûdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de