03:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hate diyarkirin ku Serokwezîrê berê yê Portekîzê Antonio Guetteres wê piştî Ban Ki-Mun bibe Sekreterê Giştî yê NYye.

    Serokê nû yê NYyê Guterres: Em dixwazin bi Barzanî re di nava hevkariyê de bin

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3333

    Sekreterê nû yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bersiva nameya pîrozbahiyê ya Barzanî da û di nameyê de spasiya pêşmergeyên şerê DAIŞê dikin, kir. Herwiha diyar kir ku ew dixwazin bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re di nava hevkarî û hemahengiyê de bin.

    Antonio Guterres, wekî sekretere nû yê NYyê hate hilbijartin. Li ser vê yekê wekî gelek hikumet û serokê dewletan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji Guterres re peyamên pîrozbahiyê şand û serkeftin jê re xwest.

    Piştî vê yekê Guterres bersiva Barzanî da û spasiya pêşmergeyên şerê DAIŞê dikin, kir. António Guterres di peyama xwe de pêşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de û di operasyona rizgarkirina Mûsilê de şer dikin wekî ‘qehreman' binav dike û serkeftina pêşmergeyan dixwaze.

    Sekreterê Giştî yê NY Guterres ragihand ku ew bi xwe û rêxistina Neteweyên Yekbûyî, bo teqezkirina aştiyê, dixwazin ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Barzanî bixebitin.

    António Guterres di nameya xwe de dabînkirina aştiya Rojhilata Navîn weke erkekî dîrokî binav dike û dibêje, ku ji bo vê mebestê jî ew dixwaze ji nêzîk ve li gel Serok Barzan hevkar û hemaheng be.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo mûçe wergirtinê sîstema bîyometrî ferz kir
    Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir
    Baziyanî gotinên Barzanî nirxand: Îhtimal heye Malikî bibe serokwezîr
    Wezîra îtalî Pinotti û Neçîrvan Barzanî hevdîtinek li dar xistin
    Barzanî bi nûnerên ENKSê re civiya
    Etîketan:
    pîrozbahiya barzanî, şerê li dijî daişê, antonio Guterres, mesûd barzanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de