21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4940

    Îro duşemê li Pirmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Iraqê Dr Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqê û şandeyeke li gel wî kir.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Endamê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî jî di civînê de beşdar bû û di civînê de serdana şandeya bilind a Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê bi Serokatiya Seyîd Emar Elhekîm bo Herêma Kurdistanê hatiye nirxandin û kêşeyên pêvajoya siyasî ya Iraqê hatine nîqaşkirin.

    Herwiha hat ragihandin ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêwîstî mîsogerkirina yekrêziya aliyên Kurdistaniyan mijareke dinê vê civînê bû.

    Ji aliyê din ve, Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsum duh li bajarê Silêmaniyê serdana Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kiribû. Piştî hevdîtina xwe ya li gel YNKê îro jî li bajarê Hewlêrê serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

    "BERÎ WE SERDANA SEROKÊ YNKÊ CELAL TELEBANÎ JÎ KIRIBÛ"

    Herwiha malpera Pukpbyê ragihand ku Masûm roja 2yê Sibatê serdana Serokê Iraqê yê berê û Serokê YNKê Celal Telebanî kiribû û ew û şandeya li gel wî ji aliyê Telebanî û hevsera wî Hêro Îbrahîm Ehmed ve hatibûn pêşwazîkirin.

    Masûm teqezî li ser rola Telebanî di pevjiyan û aştiya li Iraqê de kir û wiha got: "Mam Celal şensekî mezin e ji bo me. Ew mamsoteyê me ye û em her sûdê jê digirin".

    Serokê Iraqê bal kişand ser hevkariya serkeftî ya navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de.

    Bi heman mijarî:

    Li ser trêneke Almanyayê ‘Bijî Kurdistan' dinivîse
    'Divê bo xatirê ewlehiya Îsraîlê, Kurdistan neyê avakirin'
    Eren Keskîn: Polîtîkayên hikumetê çibe bila be, Kurdistan bo min Kurdistan e
    'Kurdistan ne Srî Lanka ye, Kurd jî ne Tamîl in'
    Kurdistan: Gotara Barzanî şaş hatiye wergerandin
    Amerîka: Kurdistan bê şert û merc ber bi serxwebûnê diçe
    'Beşeke mezin a Mûsilê Kurdistan e'
    Etîketan:
    YNK, PDK, Fazil Mîranî, Mecîd Fetlawî, celal talabanî, Hewlêr, KURDISTAN, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de