11:16 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê YNK Celal Talebanî û Serokê Hevgirtina Neteweyî ya Şîe li Iraqê Emar Hekîm

    Şanda Hevpeymana Şîeyên Iraqê serdana Celal Telebanî kir

    © Foto: pukpb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3130

    Şanda Hevpeymana Niştimanî ya Şîeyên li Iraqê di bin serokatiya Serokê Hevpeymana Niştimanî ya Şîeyan Seyyid Emar El-Hekîm de li bajarê Silêmaniyê serdana Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Telebanî kir.

    Li gorî agahiyên li ser malpera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) şanda Hevpeymana Niştimanî ya Şîeyên li Iraqê di bin serokatiya Seyyid Emar El-Hekîm de serdana Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Telebanî kir.

    Di derbarê naveroka hevdîtinê de tu zanyarî nehatin dayîn.

    Şanda Hevpeymana Niştimanî ya Şîeyên li Iraqê ev 3 roj in li Herêma Kurdistanê serdana rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên herêmê dike. Şanda Şîeyan pêşiyê roja şemiyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û duh jî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya bû.

    Şanda Hevpeymanê îro jî derbasî bajarê Silêmaniyê bibû û li wir ligel şandeke ji rayedarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya bû.

    Bi heman mijarî:

    Emar Hekîm li Hewlêrê bi aliyên siyasî re dicive
    Emar Hekîm ji leşkerên tirk xwest ku xaka Iraqê biterikînin
    Mesûd Barzanî pîrozbahî li Seyyîd Emmar El Hekîm kir
    TAYBET - Hevserokê Meclisê ya Kantona Cizîrê Hekîm Xalo ji Spurnikê re axivî
    Etîketan:
    serdan, Sekreterê Giştî yê Hevpeymana Niştimanî ya Şîeyên li Iraqê, Sekreterê Giştî yê YNKê, Seyyîd Emmar El Hekîm, Celal Talebanî, Iraq, Kurdistanê, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de