13:56 22 Hezîran 2018
Silêmanî

Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê doz li melayekî vekirin

Facebook
Kurdistan
Lînkê kurt
0 21

Zerdextiyên Herêma Kurdistanê ji ber ku li hemberî Zerdeştiyan gotar û fetva daye giliyê Melayê bi navê Hesîb kirin.

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê komeke Zerdeştî di bin serokatiya Nûnera Zerdeştiyan a Wezareta Karûbarên Olî ya herêma Kurdistanê Awat Husamedîn de îro çûn dadgehê û giliyê Mela Hesîb kirin. Zerdeştiyan diyar kirin ku Mela Hesîb gotiye ‘Her misilmaneke ola xwe biguhere û bibe Zerdeştî divê serê wan were jêkirin' û ji ber van gotinên wî giliyên wî li gel dadgehê kirin.

'ZIRARA ME NEGIHIŞTIYE TI KESÎ'

Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê Mele Hesîb kadroyê Komela Islamî ya Kurdistanê ye û Zerdeştiyan daxwaz ji Komela Islamî û ji Serokê Komisyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Kurdistanê Soran Omer kirin ku li hemberî gotinên Mele Hesîb helwesta xwe zelal bikin.

Li ser navê komê Awat Husamedîn li ber dadgehê axivî û wiha got: "Li gorî yaseyan hemû kes dikare ol û baweriya xwe hilbijêre û biguhere. Weke kesên ku baweriya zerdeştî zirara me negihiştiye ti kesî û li hemberî ti ol, civak û neteweyekê nebûne metirsî."

'BANGAWAZIYA KOMKUJIYA ZERDEŞTIYAN KIRIYE'

Awat Husamedîn diyar kir ku melayê Mizgefta Mele Resûl ê Silêmaniyê Mele Hesîb beriya 3 rojan di mizgeftê de bang li zerdeştiyan kiribû ku bêne ser ola îslamê, eger neyên dê ji bo wan fetwaya kuştinê derbixe û wiha berdewam kir: "Ola Zerdeştî jî weke olên din yên yekxudayî di sala 2015an de bi awayeke fermî hate pejirandin û di zagon de jî di xala 5 de derbas dibe. Ev gotinên Mele Hesîb li dijî zagonên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Bi awayeke vekirî di medya de bangawaziya komkujiya civaka Zerdeştiyan kiriye."

Awat Husamedîn ev jî got: "Weke nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê li wezareta Ewqaf û Karên olî yên Herêma Kurdistanê gilî dikin ku li gorî zagonan hedek ji Mele Hesîb re were dayîn."

GILİYÎ MELA HAT KIRIN

Di berdewama axaftina xwe de Awat Husamedîn got ku, ew çûne dadgeha Silêmaniyê, giliya Mele Hesîb kirine û dadgehê jî xemgîniya xwe ya têkildarî gotinên mele Hesîb aniye ziman.

Her wiha rêxistina Yesna ya ji bo felsefeya ola Zerdeştî jî di heman derbarê de daxwaznameyek rasdestî dadgeha Silêmaniyê kir.

Etîketan:
doz, Zerdeştiyên Kurdistanê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Komeleya Islamî ya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mela Hesîb, Awat Husamedîn, Soran Omer, Herêma Kurdistanê, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de