12:59 25 Hezîran 2018
Pêşmerge - operasyon - Mûsil

Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nabe

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 22

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Cebar Waşer aşkere kir ku wê hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona Telaferê nebin.

Cebar Yawer li ser hin nûçeyên ku dibêjin ji bo operasyona Telaferê amadekariyên herî dawî hatine kirin û wê hêzên Pêşmerge li gel Heşdî Şebî beşdarî operasyonê bibin, derewand. Yawer diyar kir ku hêzên Pêşmerge wê beşdarî operasyonê nebin.

Yawer wiha got: "Telafer dûrî sînorên Herêma Kurdistanê ye. Dîsa hêzên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de jî neketina nava bajêr û hêzên Pêşmerge nakevin herêmeke ku ne Kurdistanê be."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer diyar kir ku ji bo beşdariya Pêşmerge nav operasyona Telaferê, di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de ti civîn û plandan jî çênebûye.

Bi heman mijarî:

Hadî Amirî leborîn ji Pêşmerge xwest
Wezareta Pêşmerge ji Sputnikê re: Goristana li Dîvaniyeyê ne aîdî Barzaniya ye
Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê: Pêdivî hebe, Pêşmerge dê hevahengiyê bi PKKê re bike
Heşdî Şeibî: Me bi şaşî Pêşmerge bombebaran kirin
'Plana Barzanî û Ebadî di hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê de bi ser ket'
TNT ya ku DAIŞê bicih kiribû teqiya: 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
Etîketan:
operasyon, Wezareta Berevaniya Iraqê, Heşda Şebî, Hêzên Pêşmerge, Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer, Telafer, Herêma Kurdistanê, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de