12:32 25 Mijdar 2017
Zindî
    Goran

    Goranê doz li Mihemed Hacî Mahmûd vekir

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3930

    Tevgera Goranê ji ber gotinên wî yên derbarê her 5 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de doz li Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mahmud vekir ku Hacî Mahmud gotibû şîrketên neftê yên her 5 partiyan hene.

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Endamên Odeya yasayî yên Tevgera Goranê li Dadgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê li hemberî Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mahmud de doz vekirin. Piştî daxwaza dozvekirinê endamên Tevgera Goranê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

    Li ser navê endamên Goranê Çêner Omer axivî û got: "Tevgera Goran du roj dem da Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, ji bo poşmaniya xwe bide diyarkirin ku di hevpeyvîneke li gel radyoya Dengê Amerîkayê ed kiribû. Mihemed Hacî Mahmûd hinek sûc, teşhîr û reşkirin xistiye stuyê Tevgera Goranê, lê hîna poşîmanî li axavtinên xwe ne aniye.

    'ME DOZ VEKIR'

    Çêner Omer got: " Piştî temam bûna du rojan, me li gel Dadgeha Lêkolîna Silêmaniyê û polîsê Bextiyarî ligorî yasayê doz vekir."

    Her wiha got: " Em daxwazê ji Serokê Partiya sosyalîst dikin ku tevahiya wan belgeyan di dadgehê de eşkere bike, ka Tevgera Goran şirîkê şirketên petrolê ne yan ne."

    Endamekî din yê Odeya Yasayî yê Tevgera Goran Çoman Mihemed jî wiha got: " Doza me, dozek cezaye ku dû cûrên wê hene ku dikare daxwaza tezmînata li kesê bersûc werbigre heye."

    'EBADÎ LÊBORÎN XWEST'

    Li ser pirsa çima doz li Serokwezîrê Iraq Heyder Ebadî jî venekirine ku gotibû her 5 partiyên kurdan para wan di bîrên petrola Herêma Kurdistanê heye de, endamê odeya yasayî ya Goran Çoman Mihemed got: "Ebadî di kombûna girtina parlamentoya Iraqê de daxwaza lêborînê li nûnerên Tevgera Goran li Bexda kirine. Em weke Tevgera Goran wê ji sedî 100 dozê qezenc bikin, ji ber ku ew sûc û teşhîrên Mihemed Hacî Muhmud kirîne ji rastiyê durin."

     

    Bi heman mijarî:

    Komeleya Îslamî tohmetên Mihemed Hacî Mahmûd red kirin
    Yekgirtûya Îslamî bersiv da daxuyaniya Mihemed Hacî Mahmûd
    Etîketan:
    doz, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Goran, Heyder Ebadî, Çoman Mihemed, Çêner Omer, Mihemed Hacî Mahmûd, Herêma Kurdistanê, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de