16:48 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Sekreterê Yekgirtû: Serxwebûna Kurdistanê çi qas zûtir be, wê ew qas baş be

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4840

    Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selaheddîn Behaeddîn Mihemmed di civîneke çapemeniyê de di derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de axivî û got serxwebûna Kurdistanê çi qas zûtir were ragihandin, wê ew qas baştir be.

    Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selaheddîn Behaeddîn Mihemmed li Hewlêrê di çarçoveya 23yemîn salvegera damezirandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de civîneke çapemeniyê li dar xist û di civîne de behsa çareserkirina qeyrana navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî kir û meseleya serxwebûnê kir. Sekreterê Yekirtû ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê diyar kir ku serxwebûna Kurdistanê çi qas zûtir were ragihandin, wê ew qas baştir be.

    Mihemmed diyar kir ku divê çaresekirina kêşeyan nebe kêşe û got divê hemû alî pabend bin û kêşeyan çerser bikin. Sekreterê Yekgirtû wisa axivî: "Divê em li hemberî metirsiyan bin. Bi taybetî di şerê dijî DAIŞê de û ji bo qaremaniya şerê pêşmerge ya ji bo têkbirin û bidawîanîna DAIŞê. Ji bo vê yekê jî em silavên xwe ji bo wan dişînin û diayên xêr û silametiyê ji bo wan dikin."

    Behaeddîn Mihemmed di derbarê çareserkirina kêşeyên navxweyî yên Kurdistanê de jî diyar kir ku divê çareserkirina kêşeyan bi xwe nebe kêşe û wiha got: "Hebûna qeyran û kêşeyan tiştekî xwezayî ye lê tişta ne xwezayî û kêşeya mezin ew e ku nikaribin û nizanibin kêşeyan çawa çareser bikin."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Yan konfederalîzm an serxwebûn
    Barzanî ji Washîngton Postê re got: "Serxwebûn ne xewn û ne jî xeyal e"
    Zalmay Xelîlzad: Divê serxwebûn bibe armanca sereke
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Însiyatîfa Serxwebûn a Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan peyamek weşand
    Barzanî: Serxwebûn mafê suriştî yê kurdan e
    Etîketan:
    serxwebûn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Selaheddîn Behaeddîn Mihemmed, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de