09:55 24 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    Hêza Dijîterorê li Kerkûkê 6 DAIŞî desteser kir

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2320

    Hêza Dijîterorê ya Herêma Kurdistanê li Kerkûkê 6 terorîstên ku amadekariya êrîşê li devera Dubzê dikirin desteser kir.

    Dijîterora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, "Di berdewamiya operasyonên rêveberiya giştî ya dijeterorê ser bi encûmena asayişa Herêma Kurdistanê ji bo girtina terorîstên DAIŞê û bêbandorkirina plan û gefa wan li ser bajarê Kerkûkê û dorûbera wê, piştî komkirina agahî û çavdêriya berdewam li ser komek terorîstên DAIŞê li gundekî rojavayê Kerkûkê, di operasyoneke serkeftî de, rêveberiya giştî ya dijeterora ser bi encûmena asayişa Herêma Kurdistanê bi hevkariya rêveberiya asayişa Kerkûkê karîne li şeva 30 bo 31.01.2017ê li gundê Bacewanê 6 terorîstan bigirin."

    'TERORÎSTAN DÊ ÊRÎŞÊ BAJAROKÊ DUBZÊ BIKIRA'

    Di daxuyaniyê de herwiha navên terorîstên DAIŞê yên hatine desteserkirin û amadekariya êrîşekê li ser bajarokê Dubzê dikirin hatiye belavkirin.

    Terorîstên hatine destserkirin, berpirsê komê Berzan Mihemed Mixlef, Rokan Mihemed Elî, Ezhan Mihemed Mixlef, Ehemed Mihemed Mixlef, Mihemed Elî Îbrahîm û Faris Mixlef Eswed e.

    Bi heman mijarî:

    PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin
    ‘Hejmara komên beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûne gihîşt 1.162an
    ‘KENY li ser pêşnûmeya Astanayê ku Rûsyayê amade kir dixebite'
    Li Komara Kongoyê 2 helîkopter ketin
    Ji senatorê rûsî pêşniyara ku serdana Sûriyeyê bikin li parlamenterên tirk kir
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Dubz, Kerkûk, DAIŞ, Hêza Dijîterorê li Kerkûkê 6 DAIŞî desteser kir, Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de