11:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Viyan Dexîl

    Viyan Dexîl ji ber qedexeya vîzeyê nikare biçe DYA û xelata xwe werbigire

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5221

    Parlementera Kurda Êzidî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ji ber biryara Serokê Amerîkayê Donlad Trump ya qedexekirina vîzeyan nikare biçe Amerîkayê û xelata xwe ya ku dezgeheke Amerîkayî pêşkeşê wê dike werbigire.

    Ofîsa ragehandinê ya parlementera Kurda Êzidî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku xelata navnetewî ya Lantosê ji ber xebatên parastina mafên mirovan ji bo parlementera Kurd Viyan Dexîl hatiye dayîn.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber helwesta parlamentera Kurd a ji bo parastina mafên mirovan ya di dema karê xwe yê li Encûmena Nûnerên Iraqê de ev xelat hatiye dayîn.

    Hat ragihandin ku rêûresma dayîna xelatê wê di 8ê Sibata 2017an de li Washingtonê ya paytexta Amerîkayê were lidarxistin lê parlamentera Kurd Dexîl ji ber sedema biryara rêveberiya Donald Trump a ku çûna welatiyên 7 welatên Mislimanan ji bo Amerîkayê qedexe kiriye, nikare biçe Amerîkayê û xelata xwe werbigire.

    Bi heman mijarî:

    Viyan Dexîl: Tekane stargeha kêmaran Kurdistan e
    Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
    Viyan Dexîl xelata mafên mirovan wergirt
    Viyan Dexîl: Tenê Hikûmeta Kurdistanê arîkariya êzidiyan kiriye
    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    Etîketan:
    qedexeya vîzeyê, xelat, Encûmena Nûnerên Iraqê, Parlamentera Kurd a Êzidî, Viyan Dexîl, Washington, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de