11:46 21 Îlon 2017
Zindî
    Hemîn Hewramî

    Hewramî: Amerîka Kurdistanê wek dewletê dibîne

    © Foto: facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5240

    Hêmin Hewramî diyar kir ku Balyozxaneya herî mezin a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ye û got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wek dewletê li Herêma Kurdistanê dinêre.

    Berpirsê Peywendiyên Derve yên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) Hêmin Hewramî di semînereke di derbarê Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn de diyar kir ku Amerîka wek dewletê li Herêma Kurdistanê dinêre û got, "Amerîka yek ji dewletên herî bi hêz ên cîhanê ye. Konsolxaneya Amerîkayê li Kurdistanê heye û konsolê Amerîka yê li Kurdistanê balyozê berê yê Pakîstanê bû. Ev jî dide nîşan ku Amerîka girîngiyê dide Kurdistanê û wek dewletekê dibîne."

    Hewramî da zanîn ku li konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê 80 karmend dixebitin û got ji bo birêveberina siyaset û peywendiyên Amerîka yên bi Kurdistanê re balyozxaneyekê ava dikin ku ev balyozxane mezintirîn balyozxaneya nûnertiya Amerîka ya li cîhanê ye.

    Hêmîn Hewramî balkişand ser ku Herêma Kurdistanê xwediyê dîplomasiyeke mezin e û konsolxaneyên 35 dewletan li Herêma Kurdistanê hene.

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Iraqî: Baregehên herî mezin ên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne
    Herêma Kurdistanê bersiva HRWê da: Îdiayên êşkeceyê ne rast in
    Li Eyaleta Kurdistanê ya Îranê 4 kes di bin berfê de man
    PDK-Î ji bo salvegera Komara Kurdistanê peyamek şand
    Barzanî ji rêveberiya Trump daxwaza bihêzkirina pêwendiyên Kurdistanê kir
    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Şingalî kû bixwazin, dê bi wê derê ve werin girêdan
    Etîketan:
    dewlet, Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê, Hêmin Hewramî, Amerîka, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de