10:32 20 Îlon 2017
Zindî
    Milîtanên Heşdî Şebî

    'Avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî hîç nayê qebûlkirin'

    © REUTERS/ Mohammed Salem
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4431

    Di derbarê çêkirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî de rayedarên Kerkûkê û fermandarên pêşmergeyan diyar kirin ku ev agahî ne rast in û gotin, "Em ê tu caran destûrê nedin tiştekî wisa."

    Li gorî nûçeyeke Rojnewsê Serokê Desteya Parastinê yê bajarê Kerkûkê û Azad Cebarî û berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê yên hêzên pêşmerge Kemal Kerkûkî di derbarê avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî de axivîn û gotin ew ê tu caran destûrê nedin tiştekî wisa.

    CEBARÎ: AVAKIRINA LÎWAYEKE WISA HÎÇ NAYÊ QEBÛLKIRIN

    Cebarî di derbarê mijarê de got, "Ev îdia bê bingeh in. Hêz û aliyên siyasî yên bajêr ev mijar nîqaş kirine. Bi tu awayî ji bo vî tiştî destûr nayê dayîn. Ji ber ku hêzên pêşmerge parastina Kerkûkê dikin."

    Cebarî derbirî ku ger lîwayeke wisa were avakirin wê zirarê bide eniyên şer ên pêşmergeyan û loma jî tiştekî wisa hîç nayê qebûlkirin.

    KEMAL KERKÛKÎ: HEBÛNA HEŞDÎ EL ŞEIBÎ JI BO KERKÛKÊ Û PÊŞMERGE METIRSÎ YE

    Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê yê hêzên pêşmerge Kemal Kerkûkî jî di vî warî de da zanîn ku li ser avakirina vê lîwaya Kurdî gelek tişt tên gotin û wisa berdewam kir: "Ger ku hewldaneke ji bo avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî hebe, em ê qet destûrê nedinê. Li ser sînorê bajarê Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê cihê wan tune ye û wê tune be jî."

    Kerkûkî dest nîşan kir ku hebûna Heşdî El Şeibî ya li ser sînorê bajarê Kerkûkê ji bo bajêr û hêzên pêşmerge metirsî ye û got, "Ji bo vê yekê jî em bi tu awayî destûrê nadin ku lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî were avakirin."

    HEŞDÎ EL ŞEIBÎ NE DEREWAND NE JÎ PIŞ RAST KIR

    Her wiha li gorî heman nûçeyê berdevkê Heşdî El Şeibî yê li sînorê Kerkûkê û navçeya Xurmatûyê Elî Haşîm agahiyên di derbarê avakirina lîwayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî El Şeibî de ne derewandin ne jî pişt rast kir û got, "Ji bo avakirina lîwayeke wisa ya Kurdî em nikarin bibêjin rast e jî em nikarin bibêjin ne rast e jî."

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şeibî: Me bi şaşî Pêşmerge bombebaran kirin
    Heşdî Şebî bangî Bexdayê kir: "Amerîkiyên li Iraqê dersînor bikin"
    'Heşdî Şabî li bajarên kurdan bicih dibe'
    Amnesty: Heşdî Şeibî tawanên şerî kirine
    Malîkî: Heşdî Şabî dibe ku biçe Sûriyê jî
    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Wezîrê Siûdî: "Leşkerên Îranî Heşdî Şebî birêve dibin"
    Etîketan:
    nayê qebûlkirin, lîwa, Berdevkê Heşdî Şebî, Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê, Serokê Desteya Parastinê yê bajarê Kerkûkê, Elî Haşim, Kemal Kerkûkî, Azad Cebarî, Xurmatû, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de