11:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî bi nûnerên ENKSê re civiya

    © AP Photo/ Uncredited
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9150

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê ENKSê û sekreter û nûnerên partiyên ENKSê kir û bi wan re behsa civînên Astanayê û helwestan aliyê beşdar kir. Barzanî teqez kir ku her dê piştgiriya mafên gelê kurd li Sûriyeyê bike.

    Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku serokê herêmê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û sekreter û nûnerên partiyan nava ENKSê kir.

    Li gorî daxuyaniyê, Barzanî û nûnerên ENKSê behsa civînên Astanayê, helwestên aliyên beşdar di civînan de û siberoja kurdên Sûriyeyê kiriye.

    Herwiha ENKSê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya wî ya berdewam ji kurdên Sûriyeyê re û wan daxwaz kir ku nerînên xwe derbarê siberoja Sûriyeyê û kurdan de jî ji wan vebêje.

    Barzanî destnîşan kir ku siberoja kurdan li Sûriyeyê dê di destê wan kesan de be yên ku li ser rêbazeke rast bi rê ve diçin û ji bo berjewndiyên gelê kurd gavan diavêjin û teqez kir ku Herêma Kurdistanê her dê piştgiriya mafên gelê kurd li Sûriyeyê bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Nazarbayev encamên Astanayê nirxandin
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    Ji Pûtîn şîroveya Astanayê: Em hêvî dikin zemîneke baş ji bo Cenevê pêk bîne
    ‘Serkeftina Zîrweya Astanayê ya Rûsya û Tirkiyeyê ye'
    HSD: Em nehatin vexwendin bo Astanayê, em jî dê biryarên wê qebûl nekin
    Yildirim: "Li Astanayê serkeftineke cidî hat bidestxistin"
    Çavuşoglu: Li Astanayê biryara avakirina mekanîzmaya sêqolî hat standin
    Îran: Hevdîtinên Astanayê gihîştin meqseda xwe
    Etîketan:
    Civînên Astanayê, ENKS, Îbrahîm Biro, Mesûd Barzanî, Sûriye, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de