01:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Goran

    Piştî Yekgirtû û Komeleyê, Goranê jî bersiv da Mihemedê Hacî Mahmûd

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3120

    Piştî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Goran jî bersiva gotinên Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hacî Mahmûd ku digot şîrketên neftê yên 5 partiyên Herêma Kurdistanê hene.

    Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di hevpeyvînekî xwe ya bi beşê kurdî ya Dengê Amerîkayê de diyar kiribû ku şîrketên neftê yên her 5 aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê hene û pirsgirêka di navbera wan de li ser dahata petrolê ye. Hacî Mahmûd herwiha got ku pirsgirêka wan ne xizmetkirina gel û sîstema hikumraniyê ye.

    Piştî daxuyaniya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Tevgera Goranê jî derbarê vê mijarê de daxuyanî dan. Berdevkê Goranê Dr. Şivan Hacî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got; "Duh Kak Mihemed Hacî Mehmûd li hevpeyvînek ligel Dengê Amerîka de ragihand ku ev penç partiyên di kabîneya berfireh a hikûmetê de her pêncan şirketên petrole avakirine û xwedî plan û agadarî pertolê ne û şirîkên dahata petrolê ne. Ev gotinên Mihemed Hacî Mihemed ji derveyî rastiya ne. Ev gotinên wî ji rastiyan dûrin. Ji ber vê yekê em daxwazê ji Kak Mihemed Hacî Mehmûd dikin ku di nava du rojan de eger belgeyên li ser Tevgera Goran hebin, eşkere bike. Yan bi fermî bila daxwaza lêborînê ji Tevgera Goran bixwaze. Yan emê li hember, rêyên yasayî bi kar bînin."

    Bi heman mijarî:

    Yekgirtûya Îslamî bersiv da daxuyaniya Mihemed Hacî Mahmûd
    Komeleya Îslamî tohmetên Mihemed Hacî Mahmûd red kirin
    Etîketan:
    şîrketên neftê, Dengê Amerîkayê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamê ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Dr. Şivan Hacî, Mihemed Hacî Mahmûd, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de