22:01 11 Kanûn 2017
Zindî
    Tarik El Haşimî

    'Barzanî û Talabanî lîsteya kuştinê ya Malikî red kirin'

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41

    Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê Tariq Haşimî eşkere kir ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di sala 2003yan de ji Barzanî û Talabanî daxwaza kuştina çend efser û pîlotên Iraqî yên serdema Beas kiriye, lê ev daxwaz hatiye redkirin.

    Tariq Haşimî ku li dema serokwezîrtiya Nûrî Malikî fermana îdamê jê re hatibû derxistin û neçar mabû ji Iraqê derkeve, ji televizyona Al Arabiya re li ser demên raboriyê nirxandinên balkêş kirin.

    Nuri el Malikî
    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    'MALIKÎ XWEST PÎLOT Û EFSERÊN IRAQÊ BÊN KUŞTIN'

    Haşimî hin agahî û îdiayên derneketine rû derbarê Malikî de, parve kir û daxwazeke wî ya nepenî ji serkirdeyên kurd Celal Talabanî û Mesûd Barzanî anî ziman.

    'TALABANÎ Û BARZANÎ DAXWAZA MALIKÎ RED KIRIN'

    Haşimî behsa lîsteyeke navên endamên berê yên Beasê kir û got, "Malikî ew lîste bir cem Barzanî û Talebanî û daxwaza alîkariyê ji wan kir, da ku wan bikuje. Lewra Partiya Da'we biryara xwe dabû ku efser û firokevanên iraqî yên serdema Sedam Hisên werin jinavbirin. Lê belê her du serkirdeyan, ew daxwaza Malikî red kir û ji wî re gotin, me rûpeleke nû vekiriye û em tolê hilnadin, xwedê tawanên wan kesan efû bike û çûn."

    Haşimî di berdewama hevpeyvînê de bal kişand ser ku Barzanî û Talabanî li herêma Kurdistanê ji bo beasiyên dema Sedam efû derxistine û nabe di hewleke wiha de cî bigirin.

    HAŞIMÎ: MALIKÎ ZANYARÎ DAN îRANÊ Û MOSSADÊ

    Tariq Haşimî herwiha di hevpeyvînê de, Malikî ji bo kuştina wan kesên lîsteyê bi dayîna zanyariyan bo Îranê tohmetbar kir û îdia kir ku Malikî di heman demê de zanyarî dane îstixbarata Îsraîlê MOSADÊ jî ji bo zanayên atomî yên Iraqê bikuje.

    Bi heman mijarî:

    Serceladê DAIŞê Ebû Seyyaf hat kuştin
    Idris Baluken piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da
    Stoltenberg: NATO ji aliyê Rûsyayê tu metirsiyê nabîne
    Pûtîn sersaxiya Kanadayê kir
    Parlamenterê HDPê Lezgin Botan jî hat desteserkirin
    Etîketan:
    Beas, Celal Talabanî, Tariq Haşimî, Herêma Kurdisatanê, Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de