05:35 21 Hezîran 2018
Bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê

Kurê Şaredarê Duhokê xwe kuşt

© Foto: Twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Kurekî Şaredarê Duhokê Îhsan Yehya vê sibehê li mala xwe gule bera xwe da û dawî li jiyana xwe anî. Polîsan dest bi lêkolînê kir.

Hat ragihandin ku kurê Şaredarê Duhokê Îhsan Yehya yê bi navê Çeleng (17) vê sibehê di saet 09:30an de li mala xwe gule bera xwe da û dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê Berpirsê Ragihandinê yê Polîsên Duhokê Hêmin Silêman diyar kir ku heta niha sedema xwekuştina Çeleng eşkere nebûye û ew lêkolîna xwe berdewam dikin.

Ji aliyê din ve di nûçeyê de hat îdia kirin ku Çeleng xwendekar bû û dibe ku ji ber encama qarneya wî ya serdema yekemîn a dibistanê xera bû, xwe kuştibe lê ev îdia hêj nehatiye piştrastkirin.

Bi heman mijarî:

Li Îranê jineke kurd xwe kuşt
Li Girtîgeha Edîrneyê girtiyekî xwe kuşt
ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
Li Nisêbînê çawîşekî pispor xwe kuşt
Etîketan:
xwekuştin, Şaredarê Duhokê, Îhsan Yehya, Kurdistanê, Duhok
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de