09:28 25 Hezîran 2018
Encûmena Siyasî ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê

Komeleya Îslamî tohmetên Mihemed Hacî Mahmûd red kirin

© Foto: Navenda Komeleya Îslamî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Komeleya Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da Mihemed Hacî Mahmûd ê ku got her 5 partiyên Herêma Kurdistanê xwediyê şîrketên neftê ne û di daxuyaniyê de diyar kir ku ew kesên ku dibêjin Komele xwediyê kompanya û bîrên neftê ne, propagandaya kesan û hizbî dike.

Komeleya Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got, "Me dereweke mezin bihîst ku dibêje di nefta Kurdistanê de para Komeleya Îslamî heye û ew xwediyê kompanya û bîrên neftê ne. Em daxwaz dikin ku gelê Kurdistanê hîç baweriyê bi van derewan neyine."

Komeleyê got em radigihînin ku ew kesên vî tiştî dibêjin tenê propagandaya kesan û hizbî dikin û h3iç rastiya van gotinan tune ye.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Sekreterê Giştî yê PSDKê Heme Hacî Mahmûd diyar kiribû ku şîrketên neftê yên her 5 aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê hene û pirsgirêka di navbera wan de li ser dahata nefte ye. Hacî Mahmûd herwiha gotibû ku pirsgirêka wan partiyan ne xizmetkirina gel û sîstema hikumraniyê ye.

Herwiha li ser vê daxuyaniya Mihemed Hacî Mahmûd Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî daxuyaniyeke dabû û ew gotinên Mihemed Hacî Mahmûd derewandibû.

Bi heman mijarî:

Yekgirtûya Îslamî bersiv da daxuyaniya Mihemed Hacî Mahmûd
Mihemed Hacî Mahmûd: Li Herêma Kurdistanê her 5 partiyên siyasî xwedî şîrketên neftê ne
Dr. Mihemed Hacî: ‘Piştgiriyê didim biryara Barzanî ya referandûmê’
Mihemedê Hacî Mehmûd ‘xelata bavê şehîdan’ wergirt
Ji bo kaşkirina cinazeyê Hacî Birlik 2 polês ji kar hatin avêtin
Etîketan:
redkirin, Sekreterê Giştî yê PSDKê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Hacî Mahmûd, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de