09:31 12 Kanûn 2017
Zindî
    Penaber

    “Eger alîkarî ji bo koçberan neyê kirin, qeyran dê gelekî kûrtir bibe”

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Hundir a Herêma Kurdistanê raporteke belav kir û tê de bal kişand ser penaberan û giraniya ku li ser aboriya Kurdistanê çêdikin û teqez kir ku alîkarî neyê, ew ê nikaribin ximzeta mirovî bigihînin ne penaberan û ne jî welatiyên xwe.

    Herêma Kurdistanê milyon 800 hezar penaberan dihewîne ku 97% ji wan ji Sûriyeyê ne û 40% ji iraqiyên di nava Iraqê de pêk tên.

    Piştî ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir, Herêma Kurdistanê roleke sereke lîst di girtina penaberan de, peydakirina penageh û pêdiviyên jiyanê ji bo wan.

    Ji destpêka Operasyona Mûsilê ya 17ê Cotmeha 2016an dest pê kiribû û heta 28ê Rêbendana 2017an, 198 hezar kes ji bajarê Mûsil û derdora wî reviyane. Li gorî agahiyên dawî yên Herêma Kurdistanê, 96 hezar kes li parêzgehên Hewlêr û Dihokê hatine bicihkirin.

    Herwiha di vê dema plan û amadekariyên rizgarkirina beşê rojavayî yê Mûsilê berdewam dikin de, tê nirxandin ku nîv milyon mirov di bin desthilata DAIŞê de ye û tê pêşbînkirin ku piraniya wan birevin û dê pêdiviya wan bi alîkariyê hebe.

    "QEYRANA ABORÎ, BANDOR LI HÊZÊN PÊŞMERGEYAN JÎ KIR"

    Herêma Kurdistanê di raporta xwe de wiha dibêje: “Hêzên Pêşmerge bi deh hezaran kîlometreyan ji DAIŞê rizgar kirin ku bajarok û rê di nav wan de hene û bingeh ji operasyona Mûsilê re ava kir. Ev destkeftî bi berdeleke mezin hatin ku 1600 pêşmerge hatin kuştin û 10.000 jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de qeyana aborî herêm seqet kir, ji ber mesrefên şer û alîkariyên mirovî, kêmbûna bihayiya petrolê û biryara ji destûra bingehîn der a Hikûmeta Federal a Iraqê ya cemidandina pişka Herêma Kurdistanê di budçeyê de.”

    "RÊJEYA BÊKARIYÊ LI HERÊMÊ DI SÊ SALAN DE 11% ZÊDE BÛYE"

    Herwiha di raportê de balê dikişîne ser bandora neyênî ya nebûna alîkariyeke rasterast ji bo Herêma Kurdistanê û wiha dibêje: "Wek encama, alîkarî û muçeyên malnişînan û muçeyên karkerên Herêma Kurdistanê ku piraniya hêza xebatê pêk tînin, dereng man. Vî tiştî bandoreke neyênî li ser eniyên şerî yên hêzên Pêşmerge bi xwe jî kir û herwiha li xebatkarên sivîl ên ku di alîkariyên qeyrana mirovî de dixebitin.  Li gel vê jî rêheya betaliyê ji şêmûka 3% sala 2013an derket 14% di sala 2016an de.”

    "ŞIYANA HERÊMA KURDISTANÊ YA WERGIRTINA KOÇBERAN HEMA HEMA NEMAYE"

    Wezareta herêmê teqez dike ku alîkarî neyê, ew ê êdî nikaribin alîkariyê bidin û rewş dê gelekî xerabtir bibe: “Li gel qeyrana aborî û barê giran ê koçberan jî, Herêma Kurdistanê ti alîkariyeke rasterast a aborî wernegirtiye ta ku valahiya budçeyê ji bo qeyrana mirovî tijî bike. Şiyana herêma Kurdistanê ya wergirtina koçberan birêvebirina qeyrana mirovî hema hema nemaye û rewş gihiştiye wê astê ku li ber teqînê ye. “

    "HEJARÎ GELEKÎ ZÊDE BÛYE"

    Ji aliyê din ve, wezaret bangî hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî dike ta ku alîkariyê bide û wiha dibêje: “Divê hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî gava biavêje û alîkariyeke rasterast bide ta ku saziyên Herêma Kurdistanê bikarin alîkariya xwe ya mirovî ji bo malbatên Mûsilê û hemû koçberan berdewam bikin. “

    Raporta di beşekî de balê dikişîne ser wê yekê bê çawa rêjeya bêkariyê li herêmê zêde bûye: “Jixwe niha welatiyên Herêma Kurdistana piraniya barî hildigirin û bi heman awayî tehde dîtiye ku rêjeya jariyê bi tundî zêde bûye û gihiştiye rêjeya 14%.”

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê bersiva HRWê da: Îdiayên êşkeceyê ne rast in
    Li Eyaleta Kurdistanê ya Îranê 4 kes di bin berfê de man
    Akademîsyenên Herêma Kurdistanê piştgirî dan mamosteyên Artukluyê
    Parlamentarê Kurd: Bexda dixwaze bi hêzê rêya şandina nefta Kurdistanê bigire
    PDK-Î ji bo salvegera Komara Kurdistanê peyamek şand
    DAIŞê li Herêma Kurdistanê 3 bircên elektrîkê teqand
    Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed
    Etîketan:
    koçber, penaber, DAIŞ, SÛriye, Dihok, Hewlêr, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de