00:40 13 Kanûn 2017
Zindî
    pdk-î, pêşmergê rojhilat

    Endamê PDK-Îyê: Li Rojava serkeftin bi yekîtiyê pêkan e

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Endamê Deftera Siyasî ya Partî Demokratî Kurdistan - Îran (PDK-Î) Mihemmed Nezîfî Qadrî diyar kir ku beşdarbûna Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji bo proseya siyasî ya Rojava pêwistiyeke netewî û niştimanî ye û got, "Helbet bi beşdarbûna ligel aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê."

    Berdevkê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Li gorî agahiyên malpera KDP.infoyê Endamê Deftera Siyasî ya Partî Demokratî Kurdistan — Îran (PDK-Î) Mihemmed Nezîfî Qadrî got, "Li gorî fikira me û fikira hemû çavdêriyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, di demeke ku gelê kurd bi mafên xwe yên netewî şad dibin de divê hemû partî û alî beşdarî proseya siyasî û niştimanî ya Rojavayê Kurdistanê bibin."

    Qadrî di axaftina xwe de got, "Me di civîn û daniştînên xwe yên ligel partiyên Rojavayê Kuridstanê de daxwaz kir ku bila hemû alî karibin bi yek gotinê çavdêriya pirsgirêkên siyasî bikin, ji ber ku serkeftina wan bi yekîtiyê pêkan e."

    Mihemmed Nazîfî Qadrî anî ziman ku beşdarbûna Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji bo proseya siyasî ya Rojava pêwistiyeke netewî û niştimanî ye û got, "Helbet bi beşdarbûna ligel aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê."

    Bi heman mijarî:

    Sê partiyên Rojava bûn yek partî
    Ji 7 partiyên siyasî yên li Rojava daxuyaniya Astanayê
    Li bajarê Girê Spî yê Rojava teqîn pêk hat
    'PDK peşmergeyên Rojava li gorî berjewendiyên xwe perwerde dike'
    Îdiaya ku "DYAyê baregeheke nû li Rojava ava kiriye"
    4 rêxistinên sivîl bo derûniya zarokên Rojava dest bi xebatan kirin
    Etîketan:
    rojava, yekîtî, kdp.info, ENKS, Endamê Deftera Siyasî ya PDK-Îyê, Mihemmed Nazîfî Qadrî, Kurdistan, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de