05:29 12 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Yekgirtûya Îslamî bersiv da daxuyaniya Mihemed Hacî Mahmûd

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da gotinên Mihemed Hacî Mehmûd û di daxuyaniyê de got Yekgirtû hîç beşdarî meseleya neftê û mijareke din a gendeliyê nebûye.

    Encûmena Karûbarên Siyasî û Civakî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Facebookê bi daxuyaniyekê bersiva tohmetên Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mahmûd da û got em ji bo wî birêzî û hemû aliyên ku ji ber pakî û serbilindiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê çavnebar in, derdibirin ku Yekgirtû hîç beşdarî meseleyê neft û mijareke din a gendeliyê nebûye.

    Yekgirtûya Îslamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kes û aliyên ku belgeyên wan hene bila bidin rûyê me û got heyfa wî ku ew ji bo daxwazeke biçûk bi awayekî bê belge û bê bingeh navê partiya wan reş û lekedar dike. Yekgirtûyê da zanîn ku ew mafên xwe yên yaseyî dizanin û ew ê bi riya dadgehê vî tiştî teşhîr bikin.

    Sekreterê Giştî yê PSDKê Heme Hacî Mahmûd diyar kiribû ku şîrketên neftê yên her 5 aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê hene û pirsgirêka di navbera wan de li ser dahata nefte ye. Hacî Mahmûd herwiha gotibû ku pirsgirêka wan partiyan ne xizmetkirina gel û sîstema hikumraniyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Mihemed Hacî Mahmûd: Li Herêma Kurdistanê her 5 partiyên siyasî xwedî şîrketên neftê ne
    Herêma Kurdistanê bersiva HRWê da: Îdiayên êşkeceyê ne rast in
    Filma ‘Pêxemberê Xwedê Mihemed' li Herêma Kurdistanê hate qedexekirin
    Li Eyaleta Kurdistanê ya Îranê 4 kes di bin berfê de man
    Parlamentarê Kurd: Bexda dixwaze bi hêzê rêya şandina nefta Kurdistanê bigire
    Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Yan konfederalîzm an serxwebûn
    Etîketan:
    dayîn, bersiv, Yekgirtûya Îslamê ya Kurdistanê, Sekreterê Giştî yê PSDKê, Heme Hacî Mahmûd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de