07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Fermandeyê berê yê artêşa ÎraqêBabekir Zêbarî

    Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê: Pêdivî hebe, Pêşmerge dê hevahengiyê bi PKKê re bike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê Babekir Zêbarî diyar kir ku ji bo kontrolkirina deverên Şingalê yên di destê DAIŞê de, ti pêwîstiya Hêza Pêşmerge bi PKKê tine, lê eger pêwîst bibe, dê hevahengiyê pê re bike.

    Babekir Zêbarî rduh bi televizyona Rûdawê re axivî û derbarê rizgarkirina hin deverên Şingalê yên di destê DAIŞê de axivî.

    Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê li ser mijara pêkanîna fermandariyeke hevbeş di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hêza Pêşmerge de ji bo kontrolkirina hin deverên Şingalê got: "Eger Pêşmerge pêwîstî bi hêzê hebe, tekez dê hemahengiyê li gel hêza wê ya li Şingalê bike."

    "PÊWÎSTIYA PÊŞMERGE BI PKKÊ TINE"

    Zêbarî got: "Lê belê ew hêzên Pêşmerge yên ku niha li Şingalê hene, dikarin bi hêsanî wan deverên mayî yên di destê DAIŞê de rizgar bikin. Her wek ku berî destpêkirina azadkirina rexê çepê yê Mûsilê, Pêşmerge karî çeperên DAIŞê têk bibe û paşê Artêşa Iraqê ber bi pêş ve biçe, her ji ber wê jî ji bo kontrolkirina wan cihan, pêwîstiya Pêşmergeyan bi PKKê tine."

    Derbarê rêjeya axa Şingalê de ku hêj di estê DAIŞê de maye, Babekir Zêbarî da xuyakirin: "Ew dever ên kurdên êzidî ne û nêzkî %40ê wê maye, ya din jî hemû hatiye rizgarkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
    Nêçîrvan Barzanî: Şingal birîneke kûr e
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
    "Bila Şingal bi Kurdistanê ve bê girêdan"
    Parlementoya Iraqê Şingal wek navçeyeke wêrane nas kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Pêşmerge, PKK, mûsil, Şingal, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de