07:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mahmûd

    Mihemed Hacî Mahmûd: Li Herêma Kurdistanê her 5 partiyên siyasî xwedî şîrketên neftê ne

    © Foto: PSDK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50

    Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mahmûd diyar kir ku şîrketên neftê yên her 5 aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê hene û pirsgirêka di navbera wan de li ser dahata nefte ye. Hacî Mahmûd herwiha got ku pirsgirêka wan ne xizmetkirina gel û sîstema hikumraniyê ye.

    Mihemed Hacî Mahmûd Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê ji beşê kurdî yê dengê amerîkayê re axivî û behsa pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de kir. Hacî Mahmûd diyar kir ku her yek ji PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komelê piştî pêkanîna kabîneya 8ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 5 şîrketên neftê damezrandin û bûne xwedî parzîngehên nefte.

    Hacî Mahmûd herwiha destnîşan kir ku kombûna di navbera 5 aliyên siyasî de ji bilî dabeşkirina saman û dahat û postan ne li ser tiştekî din e got ku ew tiştê li ser televizyonan dibêjin li ser pirsgirêkên cuda nîqaş dikin di kombûnan de nehatine behskirin.

    Li gorî nêrîna Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê pirsgirêka aliyên herêma Kurdistanê ne xizmetkirina gel û bajaran û têkiliyên Herêmê bi Iraqê re li gorî pirsgirêka saman û postan diguhere.

    Bi heman mijarî:

    ‘PDK û YNK wê bi hev re serdana aliyan bikin'
    PDK û YNK bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê komîteyeke hevpar ava dikin
    PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin
    'YNK, PDK,GORAN û Partiyên Îslamî ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin'
    Ji bo civîna YNK, PDK û Gorranê amadekarî têne kirin
    Etîketan:
    şîrketên neftê, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Komela Islamî, Yekgirtû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Goran, YNK, PDK, Mihemed Hacî Mahmûd, Herêma Kurdistanê, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de