18:03 13 Kanûn 2017
Zindî
    Hewlêr - Herêma Kurdistanê

    Herêma Kurdistanê bersiva HRWê da: Îdiayên êşkeceyê ne rast in

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) duh raporekê weşand û tê de îdiaya 17 zarokan ragihand ku dibêjin hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ew bi tohmeta endambûna DAIŞê girtine û êşkence li wan kiriye. Herêma Kurdistanê bersiva da HRWê, ev îdia red kirin û teqez kir ku ne rast in.

    HRWê di raporta xwe de wiha got: "17 zarokên ku ji Temûza 2016an ve li ba Herêma Kurdistanê ji ber gumana ku hebûna têkiliyên wan bi DAIŞê re girtî ne, gotiye ku hêzên ewlehiyê yên hikûmî êşkence li wan kiriye û bi xerabî bi wan re daye û stendiye. Ev zarok ji 183 zarokî ne ku li ser bingehê tohmetên têkilîdarî DAIŞê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine girtin. Piraniya wan-eger ne hemû bin- bê tohmetkirin desteserkirî ne bê ku bikarin pêwendiyê bi parêzerên xwe re deynin.

    Herwiha di raportê de wiha hatiye gotin: "Ev zarok jî beşek ji wan 183 zarokên din in ku ji ber endamtiya DAIŞê hatine girtin. Temenê van zarokan di navbera 11 û 17 de ye. Asayîşê bi cigare canê wan şewitandiye, bi boks, şemaq, kablo û sondeyan li wan daye û herwiha ew dane ber elektrîkê."

    "ÎDÎAYÊN HRWÊ NE RAST IN"

    Berpirsyarê Fermangeha Nirxandin û Bersivdana Raporên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî bersiv da îdîayên HRWê û got; “Çavkanî û amarên ku ev rêxistin pişta xwe pê girêdide ne diyar in û hûrgiliyên wan ne rast in.”

    Li gorî Aranewsê, Zêbarî wiha gotiye: "Karbidestiya Herêma Kurdistanê polîtîkayeke xurt li dijî êşkecekirinê daniye ku bi xurtî êşkecekirina fîzîkî û ya derûnî li ser girtiyan qedexe dike."

    "EV NE CARA YEKEM E, HRW MIJARÊ MEZIN DIKE"

    Herwiha Rûdawê ragihand ku Zêbarî derbarê mijarê de wiha jî gotiye: “Di mijara êşkencedan û danûstandina li gel van tometbaran de wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyên me ji Neteweyên Yekbûyî, Xaça Sora Navdewletî û heta ji bo Human Rights Watch jî vekirî ye. Ev ne yekemîn car e, ku ev rêxistin bi mezinkirina mijarê bi zanebûn manşetekê wiha yê tometan li ser Herêma Kurdistanê dinivîse.

    Bi heman mijarî:

    HRW PKKê bi çekdarkirina kesên temenbiçûk tohmet dike
    HRW:Hikûmeta Kurdistanê alîkariyên ji bo Şengalê asteng dike
    HRW: DAIŞê 300 polîsên berê li başûrê Mûsilê kuştin
    HRW li hemberî binçavkirin û binpêkirina mafan hişyarî da Tirkiyê
    HRW: Dest bi lêkolîna ku leşkerên tirk ji heman malbatê 8 kesan kuştin kir
    TEV-DEMê bangî NY, HRW û saziyên navneteweyî kir
    HRW: Leşkerên tirk penaberan dikujin û birîndar dikin
    Etîketan:
    DAIŞ, HRW, Dîndar Zêbarî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de