23:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    'Heşda Şeibî bi topan êrîşî Pêşmergeyên li Rojhilatê Şingalê kir'

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9910

    Li gor medya Herêma Kurdistanê milîsên Heşda Şeibî 26ê Rêbendanê bi topan êrîş bir ser Hêzên Pêşmerge yên li rojhilatê Şingalê.

    Herwiha hat ragihandin ku Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiya êrîşa Heşda Şeibî ya li ser Pêşmergeyan piştrast kiriye.

    Li gor Rûdawê Berpirsê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet li ser bûyerê ragihand, "Em dê li benda helwesta fermî ya Heşda Şeibî ya derbarê bûyerê de bin".

    Helgurd Hikmet daxuyakirin ku bûyer ne cara yekem e diqewime û da zanîn, wê Wezareta Pêşmerge helwesta xwe ya fermî li ser vê bûyerê ragihîne.

    Bi heman mijarî:

    Efserên Rûsî perwerdeya şerê bajaran didin leşkerên Sûrî
    Hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin
    DAIŞê riya Heleb û Şamê qut kir
    ‘Li Sûriyeyê 11 binpêkirinên agirbestê hat tespîtkirin'
    Demirtaş: Parêzbendî didome, divê darizandin raweste
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Wezareta Pêşmerge, Helgurt Hikmet, 'Heşda Şeibî bi topan êrîşî Pêşmergeyên li Rojhilatê Şingalê kir', Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de