10:35 20 Îlon 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî bo teqînên li Koyê got: Hîç delîl tune ye ku Îranê kiribe

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê teqîna li Koyê ya li ber rêveberiya Hizbî Demokratî Kurdistan (PDK Rojhilat) de diyar kir ku her çi qas gumaneke mezin li ser Îranê hebe jî, di destên me de tu delîl tune ne. Barzanî ji bo vekişîna PKKê ji Şingalê jî got wan alîkarî kir û divê êdî wir biterikînin.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê rojevê de ji bo BBC Persian axivî û di axaftina xwe behsa her du teqînên ku di şeva 21ê Berfanbara 2016an de li navçeya Koyê ya Hewlêrê li pêş desteya siyasî ya Hizbî Demokratî Kurdistanê (PDK Rojhilat) pêk hatibûn, kir. Barzanî di derbarê mijarê de got, "Her çi qas gumaneke mezin heye ku teqînên li pêş baregeha Hizbî Demokratî Kurdistan ji aliyê Îranê ve hatiye kirin jî, li ber destê me hîç delîl tune ye."

    Nêçîrvan Barzanî di nirxandinên xwe de behsa derketina PKKê ji şingalê jî kir û ev tişt gotin: "Hêzên PKKê alîkariyeke mezin da xwûşk û birayên me yên Êzidî û em spasiya wan dikin. Lê mayîna wan a li wir êdî piştgiriya aramiyê nake û em ji wan dipên ku wê navçeyê biterikînin. Gava ku birayên me yên li Kobanê rastî êrîşan hat, me hêzên pêşmergeyan ji bo piştgiriya wan şand û gava Kobanê azad bû û metirsiya DAIŞê nema, wan ji me xwestin ku em hêzên xwe vegerînin. Me jî ew tişt kir. Niha jî em heman tiştî ji PKKê dipên."

    Serokwezîrê Kurdistanê di derbarê Rojava de jî anî ziman ku tenê daxwazeke me ji wan heye û got, "Ew jî ew e ku ligel hemû aliyan danûstandinan bikin. Ew derfeta çalakiyan nadin tu hêzekê û siyaseta dîktatoryal dimeşînin."

    Barzanî di derbarê sedema girtina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de jî da zanîn ku parlamento ji ber şerê DAIŞê hat girtin, ku DAIŞ heta 35 kîlomitroyan pêş Hewlêrê hatibû û ev ji bo me girîngiya yekemîn bû lê mixabin ev yek ji bo aliyên siyasî yên din ne girîngiya yekem bû. Barzanî di dewama axaftina xwe de got, "em niha hewil didin ku nanokiyên siyasî çareser bikin."

    Herwiha Nêçîrvan Barzanî derbirî ku Hêzên Pêşmerge naxwazin ji navçeyên ku girtine derkevin lê mayîna wan bi danûstandinên ligel Bexdayê dibe. Ji aliyê din ve jî Barzanî di derbarê Heşdî Şebî de jî got, "Rêzgirtineke me ya mezin ji bo xebat û şehîdên wan heye.Ew di şerê DAIŞê xwediyê roleke girîng e. Lê piştî DAIŞê divê Bexda û rêveberên siyasî yên DAIŞê wan birêxistin bikin. Ji berk u ew gelekî bi sere xwe tevdigerin."

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Em ê hefteya pêş dîsa bi YNKê re kom bibin
    PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin
    Nêçîrvan Barzanî ji bo PKKê: Heke hewce bike em ê hêzê bikar bînin
    Nêçîrvan Barzanî ji bo Şengalê: Em spasiya PKKê dikin lê divê ji Şengalê derkeve
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Nêçîrvan Barzanî: "Hêvî dikim parlamenterên HDPeyî zû werin berdan"
    Etîketan:
    DAIŞ, PKK, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Şingal, Rojava, Îran, Iraq, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de