11:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Mamê Memoî

    ‘Rûsyayê piştî êrişên DAIŞê du balafir tijî alîkarî ji Herêma Kurdistanê re şandin'

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 11181

    Serokê Komeleya Dostanî ya Gelê Rûs û Kurd Mamê Memoî behsa xebat û projeyên xwe yên pêşerojê di navbera Rûsya û Kûrdistanê de ji ajansa Spûtnîkê re vegot.

    Serokê Komeleya Dostanî ya Gelê Rûs û Kurd Mamê Memoî di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de got: "Em dixwazin di navbera gelê rûs û kurd de bibin pir. Heta niha bi navbeynkariya me Hikûmeta Rûsyaya Federal du balafir tijî alîkarî ji Herêma Kurdistanê re şandin. Em hewl didin di pêşerojê de xwendevanê kurd bişînin zanîngehên Rûsyayê û ji bo vê xebatên me hene.

    ARMANCA ME LÎSTÎNA ROLEKE ERÊNÎ YE DI NAVBERA HERDU GELAN DE

    Mamê Memoî di hevpeyvîna xwe de got: "Me saziya xwe ya bi navê Komeleya Dostanî ya Gelê Rûs û Kurd di sala 2008an de navenda wê li Moskowê vekir û di sala 2010an de jî bû fermî. Di sala 2013an de jî me şaxeke wê li paytextê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê vekir. Di serî de ez dikarim vê bêjim ku armanca me ya avakirina komeleyê pêşî ji bo xurtkirina têkiliyên çand û hûnerî yên navbera gelê kurd û gelê rûs bû. Me dixwest pêwendiyên herdu gelan ê dîrokî bi pêş bixin, baştir bikin û di warê aborî de bikaribe roleke erênî bilîze."

    ‘BIRÊZ PÛTÎN BERSIVA ME DA'

    Memoî di berdewamiya hevpeyvîna xwe ya de behsa xebatên xwe ku heta nika li Herêma Kurdistanê kirin û wiha pêde çû: "Piştî dagirkirina Şingalê ji terefê rêxistina terorîst a DAIŞê ve bi hevkariya Konsolxaneya Rûsyayê li Hewlêrê me nameyeke daxwaza alîkariyê ji Serokê Dewleta Rûsyaya Federal ji Birêz Vladimîr Pûtîn re nivîsand. Birêz Pûtîn nameya me cidî girt, bersiva me da û du balafirên tijî alîkarî şandin Kurdistanê. Di nava alîkariyan de ji xeyrî cebilxaneyên leşkerî, derman, cilûberg û erzaq hebû. Li gorî pêşbîniyên me tenê bûhayê derman derdora nîv milyon dolarî bû. Ji xeyrî van em bi derfetên xwe jî alîkariyê berhev dikin, li malbat û kesûkarê xîzan belav dikin."

    Mamê Memoî
    © Sputnik/
    Mamê Memoî

    'BI DR. SILÊMAN RE ME HÊZA AGIRÎ AVA KIR'

    Serokê Komeleya Dostanî ya Gelê Rûs û Kurd Mamê Memoî ku di heman demê de Pêşmergeyê xwebexşe jî di dirêjiya axafina xwe de got: "Ez wekî serokê vê komeleyê ku di heman demê de pêşmergeyê xwebexş im. Di destpêka şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de bi pêşengiya Dr. Silêman, (Seît Çurukkaya) Şêx Loqman Şerefxanî, Emîn Batmanî û çend hevalên din û bi alîkariya Berpirsê Leqa 1em Birêz Elî Ewnî me yekîneyek xwebexş a bi navê Hêza Agirî damezrand. Komeleyê di damezrandina Hêza Agirî de hem ji hêla aborî û hem jî ji hêla leşkerî ve roleke girîng lîst. Jixwe Dr. Silêman jî yek ji avakarê komeleyê bû û berpirsê perwerde yên Peşmergeyên xwebexş a Hêza Agiriyê bû."

    Mamê Memoî, Seît Çurukkaya û Elî Ewnî
    © Sputnik/
    Mamê Memoî, Seît Çurukkaya û Elî Ewnî

    'JI BO PÊŞEROJÊ PROJEYÊN ME HENE'

    Mamê Memoî di dawiya axaftina xwe de behsa projeyên xwe yên pêşerojê kirin û got: "Em dixwazin li herêma Kurdistanê pergala xwebexşan têxin pergalek fermî ku bikaribe ji bo pêşerojê xizmeta welatê xwe bike. Herwiha di nava projeyên me yên pêşerojê de ji Herêma Kurdistanê şandina xwendevanên kurd ji bo zanîngehên Rûsyayê jî heye, niha ji bo vê projeyê em di nava hewldanû xebatan de ne. Bi baweriya min hikûmeta rûs di vê mijarê de wê helwesteke erênî nîşanî me bide. Herî dawî bi rêya we bangî dewlemendên kurd dikim ku alîkarîya welatê xwe û veberhênanên xwe li Kurdistanê bikin."

    Bi heman mijarî:

    Hûrgiliyên alîkariya Kurdistanê ji Rûsyayê xwestibû diyar bûn
    Heyeta Kurdistanê ji bo sewqîyata çekan serdana Rûsyayê dike
    PÊŞMERGE - Roketên Rûsyayê li ser Kurdistanê re derbas bûn an na?
    Hinek moşekên Rûsyayê bi ser axa Kurdistanê re derbas bûn
    Etîketan:
    Hêza Agirî, Serokê Komeleya Dostanî ya Gelê Rûs û Kurd, Mamê Memoî, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de