14:45 22 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    18 terorîstên DAIŞî di êrişa bombeyî de hatin kuştin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Enbarê di operasyona balafirên şer ên koalîsyonê de 18 milîtînanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, balafirên şer ên hêza koalîsyona hevpeyman li bajarê Enbarê operasyoneke hewayî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêk anî û di encamê de 18 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Fermandarê Operasyona Cezîrê Kasim Mihemedî di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ên hêza koalîsyonê li bajarokê El-Qaîmê ku girêdayî bajarê Enbarê ye li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li operasyoneke hewayî pêk anîn û di encama bombebaranê de 18 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Ji aliyê din ve hat ragehandin ku milîtanên DAIŞê li başûrê rojhilatê Mûsilê xelkê sivîl hedef digire û di encama wê topbarana DAIŞê de ku bi hawanan pêk hatiye 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Bi çend çalakiyên cuda alîkarî ji penaberên Şingal û Mûsilê hat şandin
    Ji Pentagonê daxuyaniya rojhilatê Mûsilê: Serkeftineke pir mezin e
    NY: DAIŞê êrişî sivîlên ku dixwazin ji Mûsilê derkevin dike
    Serokwezîrê Iraqê rizgar kirina rojhilatê Mûsilê piştrast kir
    'DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din'
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Fermandarê Operasyona Cezîrê, Kasim Mihemedî, Kudistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de