03:54 21 Tebax 2017
Zindî
    Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    ‘PDK û YNK wê bi hev re serdana aliyan bikin'

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6321

    Berdevkê Meclîsa Rêveber ê PDKê yê Silêmaniyê û Helebceyê Şêx Eta Şêx Hisên got ku wê di tûra duyemîn a serdana ya ji bo partiyên siyasî, PDK û YNK bi hev re serdana aliyan bikin.

    Li gorî zanyariyan çavlirêye ku şanda PDKê vê hefteyê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike. derbarê mijarê de Berdevkê Meclîsa Rêveber ê PDKê yê Silêmaniyê û Helebceyê Şêx Eta Şêx Hisên ji Rojnewsê re axivî û got: "Me li gel YNK'ê biryar daye ku bi hev re serdana aliyan bikin û di demek herî nêz de emê tora duyem a serdanan bidin destpê kirin."

    Şêx Hisên destnîşan kir ku PDK li ser ragihandina peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi israr in û bi israr in guhertina her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û wiha axivî: "Dibe hinek alî diyar bikin ku heya hilbijartinên tên ev guhertin pêk neyên. Belê em di nava şert û mercên şer danin. Weke PDK ji bo tora duyem ti projeyek me nîne. Ji ber li gor me proje beşek xwe ferzkirinê ye. Em dixwazin proje li gel alî û bi rêya guftûgoyan bê diyarkirin baştire."

    Bi heman mijarî:

    Endamê Politburoya YNKê Pîre: Hebûna nakokiyên siyasî, wê ji feyda kurdan re be
    Nêçîrvan Barzanî: Em ê hefteya pêş dîsa bi YNKê re kom bibin
    Endamê Politburoya YNKê Pîre: Ihtimala guhertineke mezin a nexşeya siyasî li herêmê heye
    Civîna şanda PDKê û YNKê bidawî bû
    YNKê budçeya Herêma Kurdistanê wek serkeftin bi nav kir
    Etîketan:
    serdan, YNK, PDK, Mesûd Barzanî, Şêx Eta Şêx Hisên, Hewler, Herêma Kurdistanê, Helebce, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de