18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    hewlêr-kolan-cade-gel

    'Asayişa Hewlêrê dest danî ser wesayita nûnertiya HDPê'

    © Foto: twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15503

    Hat îdiakirin ku Asayişa Hewlêrê xwestiya ajokarê wesayita nûnertiya HDPê ya li Herêma Kurdistanê tevlî wesayita wî desteser bike, lê kesên li gel ajokar destûr nedane û tenê dest danîne ser wesayitê.

    Li gorî nûçeya Rojnewsê, nûnerê HDPê yê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê Abid Îke diyar kiriye ku li gorî saeta Hewlêrê saet 16.00an de hêzên asayişa Hewlêrê bi cilên sivîl xwestine ajokarê wesayitê tevlî wesayita wî desteser bikin.

    Lê ji ber kesên li gel ajokar destûr nedane wî desteser bikin, hêzên asayişê dest danîne ser wesayitê.

    Derbarê mijarê de heta niha ji rayedarên Asayişa Hewlêrê yan jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti daxuyanî nehatiye dayin.

    Etîketan:
    nûnertî, wesayit, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Asayişa Hewlêrê, HDP, Abid Îke, Herêma Kurdistanê, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de