12:24 19 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmergeyê PDK-Î

    'Ji bo Rojava em amadekariya artêşek ji 15 hezar kesî dikin'

    © Foto: Rudaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 139 0 0

    Endama Partiya Demokrata Sûriyeyê (PDK-S) Kawa Azîz, da zanîn ew dixwazin artêşek ji 15 hezar kesî pêk tê ava bikin û bişînin Rojavayê.

    Li gorî nûçeya Rûdawê Kawa Azîz got: "Niha hejmara peymergeyên Roj derdora 6-7 hezaran de ye û niha ew dixwazin artêşek ji 15 hezaran pêk tê ava bikin û bişînin Rojavayê."

    Kawa Azîz îdîa kir ji bo vê yekê wan pişgriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û koalîsyona navnetewî girtiye.

    Azîz her wiha diyar kir Ew dixwazin artêşê piştî hevdîtinên Astana û Cenewreyê îlan bikin. Bi îhtîmaleke mezin ew dê heya meha 6 ya îsal prosesa avakirina artêşê temam bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    PDKS: Federalîzm Sûriyeyê perçe nake
    PDKS: Şandeya Riyadê dê li ser perçekirina Sûriyê danûstandinê bike
    Etîketan:
    PDK-S, Kawa Azizi, kurdistan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de