11:36 24 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Em dest ji serxwebûnê bernadin

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23401

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya lûtkeya Davosê de bersiva pirsyarên rojnamevanan da û diyar kir ku sala 2016an, sala serkeftinê bû û teqez kir ku wan dest ji pêvajoya serxwebûnê bernedaye.

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Barzanî bal kişand ser helwesta serkirdeyên cîhanê û ragihand, ew rêz li xebata kurdan digirin û welatên cîhanê amade ne hevkariya gelê kurd bikin.

    Derbarê şerê DAIŞê û operasyona kontrolkirina Mûsilê de Barzanî ragihand, têkşikandina DAIŞê li Mûsilê nayê wateya jinavbirina yakcarî ya DAIŞê û şerê li dijî terorê dirêj e.

    "PÊŞMERGE, DÊ JI DEVERÊN RIZGARKIRÎ VENEKŞE"

    Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê li Davosê li ser serxwebûna Kurdistanê jî axivî û teqez kir ku wan ew bi Bexdayê re gotûbêj kiriye.. Barzanî got: "Dibe bi Bexdayê re du cîranên baş bin" û wiha diyar kir ku nikarin demekê bo serxwebûnê diyar bikin.

    Barzanî derbarê pêwendî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bêtir di warê leşkerî de ye.

    Serokê Herêma Kurdistanê teqez kir ku Pêşmerge dê deverên rizgarkirî venekeşe.

    "JI BO ROJAVA NE GEŞBÎN IM"

    Barzanî ji bo rewşa Rojavayê diyar kir ku "teroreke mezin li Rojava heye" û wiha got: "Ez ji bo siberoja Rojava ne geşbîn im" û ji bo rewşa Sûriyeyê bi giştî û agirbesta bi garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê jî wiha got: "Ez ji bo siberoja Sûriyeyê jî, reşbîn im".

    "EM NAHÊLIN PKK LI ŞINGAL ÇARÇOVEYEKE DIYARKIRÎ BISEPÎNE"

    Ji aliyê din ve, serokê herêma Kurdistanê li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê wiha got, hîn dema destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê nehatiye û teqez kir ku ew hewl didin ku pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê bike.

    Derbarê hebûna PKKê li Şingalê wiha got: "Em ê rê nedin PKKê çarçoveyeke diyarkirî li Şingalê bisepîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Em ê hefteya pêş dîsa bi YNKê re kom bibin
    Barzanî li DAVOSê bi çend payebilindên dewletan re civîya
    'Plana Barzanî û Ebadî di hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê de bi ser ket'
    Mesûd Barzanî bi Joe Biden re civiya
    Jêderê Seroktiya Kurdistanê nûçeyên destkişandina Barzanî ji seroktiyê red kir
    Şêwirmendê Serokê Kurdistanê: Barzanî dê dest ji serokatiyê berde
    Barzanî çû Davosê
    Etîketan:
    kurd, DAIŞ, Mesûd Barzanî, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de