22:48 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    Li Hewlêrê du malbat bi guleyan bi hev ketin: 5 kes birîndar bûn

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê li nêzîkî nuqteya kontrol a hêzên elwehiyê du malbat bi guleyan bi hev ketin û di encamê de 2 jê endamên ewlehiyê bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

    Li bajaroka Dêgele ya girêdayî Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê li nêzîkî nuqteya kontrol a asayişê di navbera du malbatan de pevçûna bi çek qewimî û her du malbatan gule li hev reşandin. Di encama pevçûnê de 2 jê endamên asayişê û 3 jî endamên wan malbatan bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên ser malpera Rûdawê Rêvebira Bajaroka Dêgeleyê Tole Mehdî Xoşnaw diyar kir ku pevçûna di navbera her du malbatan de li nêzîkî nuqteya kontrolê ya hêzên ewlehiyê qewimiye û tu eleqeya wê bi hêzên ewlehiyê re tune ye.

    Tole Mehdî Xoşnaw got, "Li nêzîkî nuqteya kontrolê ya Dêgeleyê 2 malbat rastî hev hatin û ji ber arîşeyekê di navbera wan de pevçûn derketiye û gule bi hev reşandine."

    Tole Mehdî derbirî ku di encama wê pevçûnê de 2 endamên hêzên ewlehiyê û 3 kesên endam ên wan malbatan birîndar bûne û got birîna wan endamên asayişe sivik e û ew her 5 birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Îranê ​​ şer kir: 4 birîndar!
    2 kurdên Îranê li Mêrdînê ji aliyê hêzên Tirk ve hatin desteserkirin
    Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
    Parlamenter û kurdên Îranê girtina HDPyî yan şermezar kirin
    Trump piştgiriya xwe ji bo kurdên Kurdistana Îranê diyar kir
    Rejima Îranê îro li Urmiyeyê 6 kurdên din îdam kirin
    Etîketan:
    birîndar, malbat, Tole Mehdî Xoşnaw, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de