04:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî: Em ê hefteya pêş dîsa bi YNKê re kom bibin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3311

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK û YN di derbarê kêşeyên Kurdistanê de wê dîsa li hev bicivin.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî yê ku îro li Kela Hewlêrê beşdarî rêûresma vekirin a pêşangeheke hunerî bû, piştî rêûresmê bersiva pirsên rojnamevanan da.

    Nêçîrvan Barzanî di derbarê rojeva siyasî ya Herêma Kurdistanê de got, em û YNK dê civînên xwe bidomînin û wê hefteya pêş cardin li hev kom bibin.

    Cîgirê Serokê PDKê diyar kir ku ew û YNKê li ser kêşeyan bûne xwediyê nêrîneke hevpar û got em ê di civîna hefteya pêş de li ser hûrgiliyan û mekanîzma çareserkirina kêşeyan gotûbêjê bikin.

    Barzanî derbirî ku ew partiyên din ên Herêma Kurdistanê jî ji bîr nakin û da zanîn ku ew ê bi wan re jî rûnin. Nêçîrvan Brazanî dest nîşan kir ku heta niha biryar nehatiye dayîn ku YNK û PDK bi şandeke hevpar serdana partiyên siyasî yên din bikin û got ger ku were xwestin em tu astengiyê li pêşiya vê yekê nabînin.

    Serokwezîr Barzanî di derbarê rawestandina hinartin a petrola Kerkûkê jî anî ziman ku petrola Kerkûkê ji ber pirsgirêkên teknîkî bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    PDK û YNK bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê komîteyeke hevpar ava dikin
    PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin
    'YNK, PDK,GORAN û Partiyên Îslamî ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin'
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    PDK wê bi YNK û Goranê re bicive
    Etîketan:
    civîn, kombûn, PDK, YNK, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de