17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li DAVOSê

    Barzanî li DAVOSê bi çend payebilindên dewletan re civîya

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku beşdariya civînên Foruma Aboriya Cîhanî ya Davosê dike, bi gelek payebilindên dewletên dinyayê re hevdîtin kirin.

    Barzanî 18ê Rêbendanê Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîra Berevaniya Holandayê Jeanine Antoinette Hennis-Plasschaert, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî û Rêvebirê Giştî yê kompaniya Chevron a Amerîkayê John Watson re hevdîtin pêk anîn.

    DI HEVDÎTINAN DE LI SER TÊKOŞÎNA TERORÊ HAT RAWESTÎN

    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di hevdîtina bi Ursula von der Leyen re de, bi taybet li ser şerê li dijî DAIŞê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Berlînê yên di warên cuda de gotûbêj kir.

    Barzanî roja Çarşemê li Davosê bi Wezîra Berevaniya Holandayê Jeanine Antoinette Hennis-Plasschaert re jî civîya li ser pêwendiyên her du aliyan hevdîtin pêk anî.

    Serokê Herêma Kurdistanê heman rojê bi Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî û Serokomarê Azerbaycanê re hevdîtinek pêk anî ku tê rewşa Herêma Kurdistanê û têkoşîna dijî terorê hat nirxandin.

    BARZANÎ BI SEROKÊ KOMPANIYÊN CÎHANÎ RE JÎ CIVÎYA

    Serokê Herêma Kurdistanê ji xeynî hevdîtinên bi rayedarên siyasî re bi Rêvebirê Giştî yê kompaniya Chevron a Amerîkayê John Watson re jî hat ba hev ku li ser hevkariyên kerta enerjiyê axivin.

    Barzanî 17ê Rêbendanê jî li Davosê Roja sêşemiyê jî Serokê Herêma Kurdistanê li gel her yek ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Derve yê Norwêjê Borge Brende hevdîtin saz kiribûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Zanîngeha Moskowê 'Zankoya Fezayê' tê vekirin
    Li Îtalyayê felaketa aşîtê: 20 kes di bin berfê de man
    Moskowiyan bi ketina ava qerisî vaftîzkirina Îsa pîroz kir
    Di lêpirsîna kuştina Karlov de polîsek û karmendek hat girtin
    Êrîşî balyozxaneya Zurîhê ya Tirkiyê kirin
    Etîketan:
    DAVOS, herêma kurdistanê, Barzanî li DAVOSê bi çend payebilindên dewletan re civîya, Cîhan, Swîsre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de