05:13 20 Tebax 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Salih Muslim: Civîna Astanayê yek ji lîstika hêzên navnetewî ye

    © Foto: youtube
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 19240

    Hevserokê PYDê Salih Muslim ragihand ku civîna Astana yek ji lîstokên hêzên navneteweyî ye û da zanîn, kes nikare wan ji çareseriyên siyasî yên bo Sûriyeyê dûr bixe.

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di duyemîn kongreya PYDê ya ku li bajarê Dirbêsiyê hat lidarxistin de axivî û got: ‘Civîna li Astanayê ku li demeke nêz dê bê lidarxistin, lîstokeke navneteweyî ye û dê bi ser nekeve.'

    'DÛRXISTINA ME JI ASTANAYÊ PLANA DIJMINÊN KURDA YE'

    Salih Muslim destnîşan kir ku dijminên mirovahîyê û yên gelê kurd hewl didin împaratoriya Osmanî ya nû û ya Farisî ava bikin û wiha domand: ″Ev alî dixwazin li Sûriyê bigihîjin berjewendiyên xwe. Ev yek nakeve xizmeta berjewendiyên gelê herêmê. Dûrxistina me ji civîna Astana yek ji planan e. Em azadî û avakirina Sûriyeke demokratîk dixwazin."

    MUSLIM: TI KES NIKARE ME JI ÇARESERIYA SIYSÎ DÛR BIXE

    Muslim da zanîn, heta ku hebûna wan li ser rûyê erdê hebe, ti kes nikare wan ji çareseriyên siyasî yên bo Sûriyeyê dûr bixe û got, ″Armanca me ew e ku gel bi xwe bibe xwedî biryar û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.″

    'EM BAWER DIKIN DÊ DEMOKRASÎ BI SER BIKEVE'

    Hevserokê PYDê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê bi ser bikevin û da zanîn: ″Baweriya me heye ku dê demokrasî û biratiya gelan bi ser bikeve.″

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Îdîanameya teqîna Enqereyê ku Salih Mislim jî bersûc e hat amadekirin
    Salih Mislim dê li parlamentoya Brîtanyayê axaftinek bike
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
    Demirtaş: 'Tirkiye çend car bi Salih Mislim re hevdîtinên fermî pêk anî'
    Salih Mislim, ji bo dorpêça Efrînê çû Hewlêrê
    Etîketan:
    lîstik, navneteweyî, kongre, civîn, Salih Mislim, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de