13:14 21 Tebax 2017
Zindî
    South Korean flag

    Rêxistineke Koreya Başûr li Helebceyê komeleyeke perwerdehiyê ava dike

    © Flickr/ Republic of Korea
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3411

    Rêxistineke Koreya Başûr li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistanê bi dirûşmeya 'Em dostên we ne' komleyeke nûjen a perwerdehiyê ava dike.

    Li gorî nûçeyeke NRTyê rêxistineke Koreya Başûr li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistanê bi dirûşmeya 'Em dostên wê ne' komeleyeke nûjen a perwerdehiyê ava dike. Hat ragihandin ku komele wê li ser 8 donim zevî were avakirin.

    Yek ji rayedarên wê rêxistinê diyar kir ku wan ji ber du sedeman bajarê Helebceyê ji xwe re hilbijartin e ku vê komeleyê lê çêbikin û ev tişt gotin, "Yekem, Helebce cihekî ku gelek qurbanî daye, xwediyê êşeke mezin e û trajediyeke mezin bi ser de hatiye. Duyem jî Helebce bajarekî nû ye û cihekî ku perwerde lê geş dibe."

    Hat diyar kirin ku ji bo vê projeye 5 milyon dolar hatiye terxankirin û wê salane hezar û 300 xwendekar karibin li vir bixwînin. Her wiha hat derbirîn ku di çarçoveya projeya vê komeleyê de wê werzîşgeheke mezin jî were avakirin.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran ji bo parêzgarên Helebce û Silêmaniyê civiyan
    130 xort û keçên Helebce çûne Qendîlê
    "Li Helebceyê 5 çekdarên nenas hatin kuştin"
    Japonya konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike
    Etîketan:
    avakirin, nûjen, komeleya perwerdehiyê, Herêma Kurdistanê, Helebce, Kurdistan, Koreya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de