07:55 24 Tebax 2017
Zindî
    Petrol

    Şandina Petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê sekiniye

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Hate îdiakirin ku li ser daxwaza Tirkiyê şandina petrola Kerkûkê ya ji bo Bendera Ceyhanê hatiye sekinandin.

    Li gorî îdiaya Rûdawê, Serokê Komisyona Petrol û Enerjiyê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî gotiye ku roja 17ê Rêbendanê li ser daxwaza Tirkiyê şandina petrole hatiye sekinandin.

    Sedema sekinandina şandina petrolê jî weke pirsgirêkeke teknîkî hatiye destnîşan kirin.

    Eskerî diyar kir ku heke hinardekirina petrola Kerkûkê bê sekinandin divê ya Kurdistanê jî bê sekinandin. Lê heta niha ew nehatiye sekinandin.

    Rojane 105 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê ber bi Tirkiyê ve tê şandin.

    Derbarê mijarê de heta niha ji Wezareta Enerjiya Tirkiyê ti daxuyanî nehatiye dayin.

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Kerkûkê Kerîm: Beşek ji petrola Iraqê niha diçe ji Herêma Kurdistanê re
    Hilberîna petrola Rûsyayê di meha cotmehê de ya Siûdiyê derbas kir
    Parlemantarê PDKê: Hewlêr petrola xwe bifiroşe Mozambîkê ji budçeya Bexdayê çêtir e
    Komeleya Îslamî: Bila kurd bi awayekî serbixwe petrola xwe bifiroşin
    Piştî du salan, cara yekem petrola Lîbyayê hat hinardekirin
    Etîketan:
    petrol, Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê, Komisyona Petrol û Enerjiyê li Civata Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî, Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de