23:48 20 Hezîran 2018
Balafira F-16

Balafirên tirk herêma Kanî Masê bombebaran kirin

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Balafirê şer ên Tirkiyeyê herêma Masê Kanî yê girêdayê navçeya Amediyeyê ya Duhokê yê Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî ragihandin Rûdawê, 2 balafirê şer ên tirk doh êvarê herêma Kanî Masê bombebaran kirine û di encamê de jî 4 malên niştecihên herêmê hilweşiyane.

Li gorî zanyariyên ku ji herêmê hatin wergirtin windayî yên canî tine ne, lê gelek ziyan gihîştine mal û milkên gundiyan.

Li gundê Seferiyê ku doh êvarê ji aliyê balafirên tirk ve hat bombebarankirin 15 kîlometro dûrî herêma Kanî Masê ye.

Herwiha Artêşa tirk bi hinceta çeperên PKKê gelek car herêmê bombebaran dikin. Ji ber vê yekê gelek gundên li herêmê hatine valakirin.

Bi heman mijarî:

Balafirên şer ên Tirkiyê êrîş bir ser Qendîlê
Balafirên şer ên tirk Herêma Zapê bombebaran kirin
Balafirên şer ên tirk herêmên Basyan û Avaşîn bombebaran kirin
Rûsya: Balafirên şer ên Amerîkayê êrişî dibistanê kirin
Balafirên şer ên Tirkiyeyê xwestin têkevin qada Sûriyeyê
Etîketan:
ziyan, herêm, şer, bombebaran, balafir, PKK, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de