16:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Şivan Perwer

    Şivan Perwer: Medya ya kurd ambargo daniye ser min

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 131565

    Şivan Perwer li ser nîqaşên lidarxistina ‘Kongreya Netewî' ya di nava rêxistinê kurdan de got ku divê ‘Kongreya Netewî' pêk bê. Perwer herwiha îdia kir ku ev demeke direje di medyaya kurdan de ambargo li ser wî heye û rêveberên medyaya kurdî ji ber vê rewşê tohmetbar kir.

    Şivan Perwer ji Sputnik Kurdistanê re axivî û derbarê pêşketinên dawî de nirxandin kir.Perwer derbarê hevdîtinên demên dawî de yên li herêma Kurdistanê di navbera partiyên kurdan de pêk tên wiha got: "Ez hêvîdar im ku tişteke wisa çêbibe. Eniyek niştimanî, beriya her tiştî jî kongreyek ya netewî ava bikin da ku ji ber vê parçebûyînê rizgar bibin. Yani ne siyasetek ya ez eziyê. Miletê kurd veya naxwaze ji partiya. Daxaza miletê kurd yekiti û niştimanî ye.."

    Şivan Perwerî li ser pirsa; "Gelo hêviya te heye ku PKK û PDK li hev bên, kongreyek netewî çêbikin? got: Tu caran ez baweriya xwe bi tiştan naynim. Lê divê meriv aqilane bifikir e. Heger xebat bikin û bi rastî bixwazin ew ê bibe, çima çênabe. Yanî ne mesela hêviyê ye, mesela xebat û xizmetê ye. Ez dixwazim çêbibe. Ez ji dil dixwazim çêbibe. Bes bila qedera me ne di destê tirk û ereb û ecem de be. Gerek ê ku me anîne vî halî şerm bikin.

    Azadiya me divê em bixwe ava bikin. Anatoliya û Tirkiye û Kurdistan tev yê me ye. Heger em sîstemek rast bixwazin, sîstemek birayetî baş û însaniyetê. Ne sîstemek ya turkîzmê yan jî kurdîzmê, erebîzmê. ne sîstemek wisa. Divê em sîstemek însanî ava bikin. Çi millet hebin divê bi awayekî azad bijîn. Çima ezê bibim tirk, ev faşizme. Yanî hinek siyasiyên tirka hene tîpîk faşist in yaw. Di parlementoyê de boksê dikin. Wek zarokan e. Kenê mirov bi wan tê. Tevaya miletê kurd divê bên ba hev û kongreyek netewî pêk bînin. Yekitiyek niştimanî, eniyek rizgarî. Miletê kurd ji veya mixabin bê qismet maye. Ji ber vê yekê, neçêbûna van derfetan miletê kurd di vî halî de hiştiye."

    ‘DEWLETA TIRK JÎ TÊ DE HÊVİYA MIN JI TU KESÎ NEMAYE'

    Şivan Perwer behsa stranên xwe û bandora li ser guhdarvanan kir û ‘li ser pirsa gelo tu niha bixwazî stranekê çêbikî wê naveroka wê çawa be?' got: "Ez ne mirovekî wisa vala disekinim. Însan xwedî mêjiyeke kulturî ye. Mêjiyê mirov mêjiyekî kulturiye. Min pir tişt çêkirine tiştên ku min çêkirine wê deh cild derkev e. Lê ez gava ku rastiya bibêjim ez dijmina li dijî xwe çêdikim. Lê tiştê ku ez dibêjim, faşizm li ser stranê min hene. Ez ji te re dibêjim, Rudaw û Stêrk û Roj û yên din, tev çawa dixwazin wek xwe dikin. Çima? Ez ne mirovê kesekî me, ji bo vî hawî jî naxwazin bi ya min bikin. Ez rexne dikim, siyaseta wan, şerê wan, qudreta afirandina dinyayê dibêjim. Bo min baweriya ol û dîn û baweriyan tişteke cida ye. Ne wek herkesî me. Ez dema ku dikevim nav xwezayê tiştên din tên bîra min. Û ez vana dinivisînim. Kengî bixwazim dikarim meqam û awaz û melodî jî bînim der.

    Belem ragihandina min tune ye. Îro kanalek ku min pê bawer bikira mine pir tişt derxista holê. Çawa li gundan ol û axa û dede û mîr hebûn, niha jî siyasiya kurdan wisa ye. Hemû dane pêşiya xwe ku bê emê çawa Şivan biqedînin. Heger rojekê derfet bibinim hûnê min baştir bibîhîzin. Hêviya min ji tu kesî nemaye. Ne ji PDK, ne ji YNKê ne ji PKKê ne jî ji dewleta tirk maye."

    'CIHÊ MIN LI WELATÊ MIN NEMAYE'

    Perwer behsa hatina ewe ya Amedê kir û diyar kir ku wî di wê demê de û piştî wê jî di hevdîtinên xwe yên bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re her jê re aniye ziman ku divê mafên kurdan bidin wan. Perwer got ku ew êdî nema kare biçe welatê xwe û îdia kir ku gava ew biçe dê wî bikujin: "Wisa biçe ciyê min li welatê min nemaye. Roja ku ez werim wê min bikujin. Tirk min nekuj in wê kurd min bikujin. Ma Tahir Elçî ne mirovek aştiyane bû.? Ew ne hunermenda nas dikin, ne rewşenbîra nas dikin. Ez ji herduya jî ditirsim. Dewleta kûr dikare wan bikar bîne. Siyaset wan bikar tîne."

    ‘MEDYAYA KURDÎ AMBARGO DANIYE SER MIN'

    Her wiha Şivan Perwerî rexne li hemû medyaya kurdan anî û ‘ew bi ambargoya li ser xwe' tohmetbar kirin. Perwer di vê mijarê de ev nêrîn anî ziman:" Ji ber ku ez dengê niştimaniya milet bilind dikim, hemû dezgehên ragihandinê yê kurd, qedexe danîne ser min û stranên min. Ew ji stranên min ditirsin ku li ser ekranên xwe biweşînin. Hêz û hereketên kurdan wisa tûj bûne ku tehamûlî hev nakin. Ne ku dengê min dernakev e. Ez her di nava jiyanê de me. Ez dixebitim. Lê ragihandinên ü kurdan îro hemû jî ji stranên min ditirsin. Ji ber çi? Ez netewa kurdî diparêz im, ji bo ku ez yekitiya netewa kurd diparêz im. Ne ku ez di salên dawî de bêdeng mam e. Gava ku tu min li ser Kurdistan TV nebînî, tu min li ser Stêrk TV nebînî, tu min li ser Rûdaw nebînî, tu min li ser Kurdistan24 nebînî, baş e kî wê denge min derxe? Gelo kê?.

    Yanî TRT Kurdî dengê min derdixe, ew jî kurd hemû bûne dijminê TRT Kurdî! Dibêjin "ya hikûmetê" ye felan û bêvan. Mesele ne distê min de ye qurban! Ne di deste min de ye!" Şivan Perwer sîtemkariya xwe ji bo medya kurd kir û wiha berdewam kir: "Dewrekê gava ku min dest pê kir, qenal û televizyon û medya hemû mihtacî min bûn. Denge min digihandin milet. Vê gavê xwe mihtac nabînin. Dibêjin 'Bila Şivan hemû krîterê me qebûl bike' û 'çima pesnê serok û siyasiyên me nade'. Çi ji deste wan tê li dijî stranên min dikin. Ne ku ez bêdeng mam e, ez hergav dibêjim ku di medya civakî de denge min heye, lê di medya Kurdistanî de cihê min tune ye. Derheqê her bûyerê de jî mi straye."

    'DI BINGEHA HER PARTIYÊN ME YÊN SIYASÎ DE FAŞÎZM HEYE'

    Şivan Perwer wiha got: "Di rûdawê de axayek heye li sere rûniştiye axê dî çi dibêje bi ya wî dikin. Li ser televizyona Stêrk û Roj û nizamçi de axayek heye ew çi dibêj e bi ya wî dikin. Te dî em dîktator û mezinên xelkê rexne dikin, em dibêjin çima li ser milet dîktatorî dikin ne?. Lê Dîktatorên mezin di nava me kurdan de ne. Bela ku em miletek ya Rojhilata Navîn in ew dîktatorî û faşizm jî di nava miletê kurd de jî geriyaye. Faşîzm xwe di nava miletê kurd de bicih kiriye. Vêga her siyasî hereketên me yên kurdan bingeha wan de faşizm heye. Van siyasî hereketên kurd, divê ji ber faşîstiyê xwe rexne bikin. " Şivan Perwer di berdewamiya axavtina xwe de tevgerên kurdan bi wî tiştî tohmet kir ku tenê li menafeta xwe difikirin: "Bela ku tene li xwe difikirin, ew nahêlin pêşeroja niştimaniya kurdan jî pêşkeve, lê pêşeroja wan jî reş e.

    Pêşmerge - operasyon - mûsil
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Ger meriv nikaribe millete xwe hayidarê pêşeroja xwe bike… Tenê hêz û hereketên kurdan li menfeeta xwe difikirin û nahêlin ku milet bi hêza niştimanî xwe bimeşîne. Hemû derfet di deste wan de ne, ji ber vê jî dijminatiya xwe bi yê wekî min dikin. Şivan Perwer ne yê wî tiştî ye. Tu carî nabim jî. Çawa min dest pê kiriye, ezê wisa bikim. Heta mirina xwe jî ezê wisa bikim. Ez ji xêza xwe ya niştimanî venagerim û ez tu caran nabim yê wan."

    'HEGER EZ REXNE LI WAN BIKIM EZÊ MALA WAN BIŞEWITÎNİM'

    Perwer li ser pirsa ‘gelo Şivan Perwer ji dezgehên medyayê xeyidiye?' wiha bersiv da: "Na, ne ku dengê min dernakev e. Ez ne xeyidî me, ez dibêjim ew nahêlin ku dengê min derkev e. Min bi sedan stran gotine. Her stranek min ne yên rojane ne. Tev yên pêşerojê ne. Strana min ya 'Kîne em', strana min a 'Peşmerge' bi dehan strana min li ser pêşmerge çêkirine hene. Bi dehan stran min li ser şehîdên kurda gotiye, bi dehan stran min li ser hepisxana gotine, bi dehan stran min li ser şoreşa Kurdistanê gotine. Bi sedan stran min li ser raperîna Kurdistanê gotine.

    Tenê ji bo Dêrsîmê min bi qasî albûmekê çêkiriye ya! Min li ser Mahabat jî gotiye. Min li ser Barzan jî gotiye. Min li ser PKK jî gotiye. Min li ser hemiyan gotiye. Bela ku fêr bûne wek mesela Gilgamiş; Gilgameş li dermanê nemiriyê digeriya ya. Vana tev ji bo serokên xwe li dermanê nemiriyê digerin. Kurdistan jî ji bîr dikin, pêşeroja milet jî ji bîr dikin. Vaye stranên min hene bi hezaran in. Ew nahêlin denge min derkev e. stranên min pir in. Vaye 40 albûmên min hene. Çima îro dengê min dernakev e? Ma Îlahim divê ez stranên nû çekim? Ez heger stranan bejim, ezê li ser rastiya wan bejim. Raserên Kurdistanê tev dijminê kurdan in. Siyasiya dinyayê li ser Kurdistanê lîstikê dike. Hêz û hereketên me jî wisa parçe ne. Dijminahiya hev dikin. Nabin yek. Serokên xwe diparêz in. Ez rexna wan bikim, ezê mala wan bişewitînim. Rihuyeta wan çiye, rewşa wan çiye? Ew pêşî li ber denge min digirin, lê ez wek wan nakim. Roj heyî ku ezê bejim. Bila zemîn çêbibe ezê hemû bibêjim."

    Bi heman mijarî:

    Şivan: Min baweriya xwe bi aştiya wan anîbû
    Dadgehê biryar da ku dewleta Tirk 14 hezar lîreyan bide Şivan Perwer
    Weqfa Şivan Perwer ji bo Sykes Picotê çalakiyeke lidar dixe
    Şivan Perwer: 'Di pratîkê de divê Erdogan tiştekî bike'
    Şivan Perwer: ‘Erdogan derbe li pêvajoya çareseriyê da'
    Etîketan:
    Sputnik, Şivan Perwer
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de