07:43 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Endamê Polîtburoya YNKê Sadi Ahmed Pîre

    Endamê Politburoya YNKê Pîre: Ihtimala guhertineke mezin a nexşeya siyasî li herêmê heye

    © Foto: Facebook/Sadi Pire
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 16720

    Endamê Polîtburoya YNKê Sadî Ahmed Pîre diyar dike ku encamên civîna şandeya YNKê û PDKê ew niha bi aliyên din ên siyasî gotûbêj dikin û divê kurd xwe ji bo guhertina li Herêmê amade bikin.

    Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di bin serpereştiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya yekem Alîkarê Sekreterê Giştî Kosret Resûl û yê Berpirsê Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar de di 11ê Rêbendanê de li Hewlêrê kom bûn. Ev kombûn weke berdewamiya hevdîtinên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê çêbû ku piştî bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lidar ketibûn. Piştî kombûna şandeya YNKê û PDKê belavokek hevbeş belavkirin ku tê de çar xal hatibûn diyarkirin.

    'ŞERÊ DIJTERORÊ DI QONAXA DAWÎ DE YE'

    Derbarê encamên civînê de komîteyek ji rayedarên YNKê û PDKê hatiye avakirin û ev komîte encaman bi aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê re nîqaş dikin. Di vê derbarê de civîn berdewam dikin.

    Endamê Polîtburoya YNKê Sadi Ahmed Pîre ji Sputnik Kurdistanê re behsa girîngiya civînê û biryarên ku hatine standin kir. Pire pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn bibîr dixe û diyar dike ku di şerê dijterorê de qonaxa dawî hatiye. Pîre behsa daxwazên hêzên navdewletî dike û wiha dibêje: "Li Herêmê şerê dijterorê di qonaxa dawî de ye. Ihtimala guhertineke mezin a nexşeya siyasî li herêmê heye. Heke kurd gotinê wan yek nebe, heke bi hev re nebin, mimkun e ku di vê guhertinê de tiştek bi destê wan nekeve. Heke ku kurd parçe parçe bin rewşa wan baş nabe. Ji ber wê di vê qonaxa hesas de yekkirina kurdan gelekî girîng e."

    'LI SER ÇEND XALAN LIHEV KIRIN'

    Pîre civîn û hevdîtinên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê divê çarçoveyê de dinirxîne û gotinê tîne ser encamên di civîna YNKê û PDKê de derketine.

    Di civînê de her du şandeyê li ser hin xalan li hev kiribûn. Li gorî van xalan wê hêzên siyasî di nava xwe de balansekê çêbikin da ku pirsgirêkan çareser bikin. Dîsa her du partiyan lihevkirin ku pirsgirêka gendeliyê bê çareserkirin. Xaleke ku her du partiyan daxwaza çareseriyê kirine derbarê pirsgirêka hilbijartina Serokê Herêmê û ya Serokê Parlamentoya Kurdistanê ye. Şandeya YNKê û PDKê balê dikişînin ser têkiliyên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi kurdên din ên Rojava, Tirkiyê û Îranê re, bi dewletên herêmê, komelgehên navdewletî û hêzên navdewletî yên weke Rûsya û DYAyê re û gihiştine wê encamê ku êdî di têkiliyan de yekrêzî û hevgirtin hebe. Ne ku her aliyekî siyasî bi serê xwe têkiliyê deyne.

    'JI BO NÎQAŞA BI IRAQÊ RE DIVÊ KOMISYON BÊ AVAKIRIN'

    Mijareke din ku di civîna her du aliyan de hatiye rojevê, mijara referandûm, serxwebûna Kurdistanê û xala 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê ye. Di civînê de biryar hatiye standin ku ji bo van mijaran bi hikûmeta Bexdayê re nîqaş bikin, komîteyek hevbeş ji hemû partiyên siyasî yên kurd û aliyên kêmar ên Herêma Kurdistanê bê avakirin û dest bi hevdîtinan bike.

    Endamê Polîtburoya YNKê Sadî Ahmed Pîre bi vê ve girêdayî destnîşan kir ku çend senaryo û nexşerêyek hatine amadekirin û piştî bi aliyên din ên siyasî bên gotûbêjkirin wê bi raya giştî re bên parvekirin. Pîre li ser pirsa 'gelo wê aliyên din ên siyasî çawa nêzîkî encamên civîna di navbera wan de bibin' got:

    'MESÛLIYETÊN MEZIN ÊN YEKÎTÎ Û PARTIYÊ HENE'

    "Dema ku em behsa Kurdistana Başûr dikin, Partî û Yekîtî mesûliyeteke mezin li ser milên wan in. Hêzên wan ên iqtisatî, emnî û eskerî hene. Ji bo wê mesele aştî û şer di deste wan dene. Pêwiste ew berê eleqatê xwe xurt bikin û çêbikin. Hizbî Goran ji yê Islamiyekan ferq dike. Hizbe Goran parçeyek ji YNKê bû. Niha rêkevtinnameyek siyasî heye di navbera Goran û Yekîtiyê de. Em dibihîzin ku ew jî weke hizbekî unwanî alîkar be. Em li gel layenî siyasî jî guftugo dikin. Li gorî me layenî siyasî pişikdar bin çêtir e ku dijber bin."

    'PIŞTÎ ŞERÊ DIJTERORÊ WÊ NÎQAŞ ÇÊBIBIN'

    Pîre li ser mijara hilbijartina Serokatiya Herêmê Kurdistanê daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibîr xist ku digot 'ez ê bixwe dest jê bikişînim' û got ku niha şerê li hemberî DAIŞê berdewam e, heta ku ev mijar çareser bibin wê mijara Serokatiya Herêmê, ya Serokê Parlamentoyê û kombûna Parlamentoyê jî bên nîqaşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo civîna YNK, PDK û Gorranê amadekarî têne kirin
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    PDK wê bi YNK û Goranê re bicive
    YNK: Em ê bi PDKê re mijara Serokatiya Herêmê biaxivin
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    "Li ser banga barzanî divê YNK û PDK bi hev re bixebitin"
    Etîketan:
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Sputnik Kurdistan, Goran, PDK, YNK, Kosret Resûl, Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, Mele Bextîyar, Sadî Ehmed Pîre, Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, Sûriye, Iraq, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de