16:16 29 Adar 2017
Zindî
    Şêx Riza Telebanî

    Salvegera bîranîna helbestvanekî zimantûj: Şêx Riza Telebanî

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 11050

    Şêx Riza Telebanî yek ji helbestvan û zanayên Kurdên Herêma Kurdistanê ye û di dîroka wêjeya kurdî de xwedî cihekî girîng e. Şêx Riza Telebanî yê ku bi Kurdî, Farisî, Erebî û Tirkî baş dizanîbû û bi van her 4 zimanan helbest nivisandin. Şêx Riza roja îro ya di sala 1910'an de li Bexdayê koçî dawî kir.

    Di dîroka wêjeya kurdî de ji Bab Tahirê Hemedanî heta Meleyê Cizîrî, Ji Feqiyê Teyran heta Ehmedê Xanî, ji Mele Huseynê Bateyî heta Hecî Qadirê Koyî, ji Nalî heta Menfî, ji Keyfî heta Sanî, ji Cegerxwîn heta Şêrko Bêkes, ji Hêmîn Mukriyanî heta Seydayê Tîrêj gelek helbestvanan bi helbest û berhemên xwe yên girîng ziman û dilê kurdan ji xwe re kiriye cih û war. Yek ji wan helbestvanên navdar jî Şêx Reza Telebanî ye.

    Şêx Riza Telebanî kurê Şêx Ebdurrehman ê kurê Şêx Ehmed Telebanî yê kurê Mele Mehmûdê Zengene ye. Bavê Şêx Riza şêxê terîqeta Qedirî û mîrê eşîra Telebaniyan bû. Şêx Riza di sala 1837'an de li bajarê Kerkukê li gundê Qirixê (an jî Çirîxê) yê girêdayî navçeya Çemçemalê ji dayik bû. Riza navê wî yê rateqîn e lê carcaran nasnava ‘Lamî' jî bikar aniye.

    Şêx Riza Telebanî pêşiyê li ber destê bavê xwe perwerde bû û paşê li ber destê Şêx Xefûrê Mamîşî dersên zanistiya Îslamê û zimanê Erebî wergirt. Riza Telebanî di heman demê de li ber destê du zimanzanên Erebî yên bi navê Seyid Mihemed Bellax û Seîd Efendî Hîlmîzade jî perwerdehiya zimanê Erebî dibîne. Şêx Riza paşê diçe Silêmaniyê û li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê perwerdehiya xwe didomîne. Telebanî li vir perwerdehiya zimanê Tirkî dibîne.

    BI GELEK KESÊN NAVDAR RE DIBE HEVALBEND

    Li gorî agahiyên pirtûka Elaeddîn Seccadî ya bi navê ‘Mêjûyê Edebî Kurdî' (weşanxaneya Asras, Hewlêr, 2004) Şêx Riza Telebanî di sala 1856'an de diçe Stenbolê û nêzî 2 salan li wir dimîne û paşê bi bihîstina mirina bavê xwe vedigere Kerkukê. Piştî mirina bavê wî birayê wî yê mezin Şêx Elî Telebanî li şûna bavê xwe dibe serekê terîqetê û mîrata bavê xwe jî di navbera xwe û Şêx Riza de bi awayekî adilane parve nake. Ev jî di navbera her du birayan de dibe sedema alozî û nexweşiyê û Şêx Riza ji ber vê yekê mala xwe barî Kerkûkê dike.

    Şêx Riza Telebanî di sala 1866'an de dîsa berê xwe dide Stenbolê û nêzîkê 7 salan li wir dimîne. Telebanî li wir bi kesên wekî Serokwezîrê dema Siltan Ebdulezîz Yûsif Kamil Paşa (1805-1876), Ehmed Paşayê Baban (demekê Parêzgarê Yemenê bû), Suphî Paşa yê kurê Samî Paş û nivîskarê Tirk ê navdar Namik Kemal Paşa re bibû hevalbend. Şêx Riza her wiha bi helbestvanên kurd ên wekî Mihemed Mîhriyê Kerkûkî û Xeyalê Hewlêrî re jî dostaniyeke xurt danîbû.

    Peykerê Şêx Riza Telebanî li Silêmaniyê.
    © Foto: wikipedia
    Peykerê Şêx Riza Telebanî li Silêmaniyê.

    Şêx Riza Telebanî di sala 1873'yan de ji Stenbolê vedigere Kerkûkê û heta sala 1900'an li wir dimîne. Di sala 1900'an de berê xwe dide Bexdayê û di 13'ê Rêbendana 1910'an de, di 73 saliya xwe de li vir koçî dawî dike. Şêx Riza Telebanî li kêleka gora Şêx Evdilqadir Geylanî tê binaxkirin.

    ZIMANEKÎ TÛJ Û EROTÎZM

    Şêx Riza Telebanî di helbestên xwe de xwediyê şêwazeke hîcw û rexneyî bû. Şêx Riza di di helbestên xwe yên pesindayinê de çi jî di yên rexnekirinê de zimanekî tûj bikar aniye. Şêx Riza Telebanî ji ber şêwaz û belaxata xwe ji pesnên helbestvanê navdar ê kurd Hecî Qadirê Koyî jî bûye xwedî par, ku Koyî bi bi beyta xwe ya ‘Salîm û Meşwî, Şêx Reza û Xeste / Şa'îr in her çuwarî berceste' ew di asta du helbestvanên kurd Salîm û Meşwî de girtiye. Her wiha hMeşwî de girtiye. Her wiha hêjayê gotinê ye ku di helbestên Şêx Riza de şêwaza erotîzmê jî xurt û xwediyê cihekî girîn e.

    PÊŞIYÊ PESN, PAŞÊ REXNE

    Şêz Riza pêşiyê di helbestên xwe de pesna Siltanên Osmanî yên wekî Ebdulazîz û Evdilhemîd dide. Heta Seccadî di pirtûka xwe de dibêje (r. 282) Şêx Riza gava ku li Stenbolê bû, dibihîze ku Nasireddînê Şahê Qaçar ê Îranê hatiye Stenbolê û li ser wî helbesteke pesindayînê dinivîse û ji ber vê helbestê ji aliyê Şahê Îranê ve tê xelatkirin.

    Şêx Riza Telebanî piştî ku li Stenbolê dibîne pergala siyasî ya împaratoriyê bi bertîlê tê meşandin û dibîne ku gele li navenda împaratoriyê belengaz û perîşan e, dev ji pesindayîna siltan berdide û berê tîrên rexne yên xwe dide Siltanê Osmanî Evdilhemîd. Bi gotina ku Ayhan Geverî di nivîsa xwe ya bi navê ‘Şêx Riza Telebanî û Evdilhemîd' de dibêje, pesindayînên Şêx Riza dibin ‘çêr û sixêf' û li Siltanê Osmanî vedigerin. Şêx Riza bi helbestên xwe tenê ne Siltanê Osmanî, di heman demê de parêzgar û rêveberên din ên împaratoriyê jî dide ber tîrên rexneyan.

    Şêx Riza Telebanî yê ku îro salvegera bîranîna wî ye, bi şêwaz û belaxata xwe ya giranbiha helbestên girîng li dû xwe ji wêjeya kurdan re hişt. Berhema Şêx Riza Telebanî ya herî navdar Dîwana wî ye.

    Bi heman mijarî:

    Helbestvanê kurd Rênas Jiyan hat desteserkirin
    Helbestvanê kurd ji bo bê dermankirin çû herêma Kurdistanê
    DAIŞê helbestvanê sûrî û kurê wî îdam kir
    Îranê nehişt qedirzanîna helbestvanê kurd Celal Melekşa were bibîranin
    Etîketan:
    salvegera bîranînê, helbesvanekî zimantûj, Împaratoriya Osmaniyan, Elaeddîn Seccadî, Şêx Riza Telebanî, Silêmanî, Stenbol, Bexda, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de