09:25 23 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Yek ji dostê herî nezîk ê Donald Trump: Gelê Amerîkayê rêzê ji gelê Kurd re digire

    © REUTERS/ Mark Kauzlarich
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4420

    Serokê Mîsyona Evanjelîst ya Billy Graham û Samaritan's Purseyê Franklîn Graham ji bo rêûresma vekirin a nexweşxaneya Samaritan's Purseyê ya li navçeya Bertileyê hat Herêma Kurdistanê. Graham got gele Amerîkayê rêzê ji gele Kurd re digire.

    Li gorî nûçeyeke Kurdistan24'ê Serokê Mîsyona Evanjelîst ya Billy Graham û Samaritan's Purseyê (Rêxistina Alîkariya Xirîstiyanan a Navneteweyî) Franklîn Graham ji bo beşdarî rêûresma vekirin a nexweşxaneya Samaritan's Purseyê ya li navçeya Bertileyê bibe, hat Herêma Kurdistanê. Graham di axaftina xwe de diyar kir ku gele Kurd û rêveberiya Herêma Kurdistanê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bedelên giran dane û got pêwistiya gelê Kurd bi piştgiriyê heye û ew ji bo wê hatiye Kurdistanê.

    Franklîn Graham ê ku yek ji dostê herî nêzîkî Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump tê zanîn anî ziman ku Trump Rojhilata Navîn zêde nas nake û ew ê di rêûresma serokatiyê de jê re behsa rewşa Kurdistanê û gelê Kurd bike.

    Graham derbirî ku ew ê ji Trump bixwaze piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê xurtir bike û wiha dewam kir: "Xirîstiyanên li Kurdistanê jî gelek bedel dan. Ez hêvî dikim ku Serok Trump wê guh bide gotinên min. Gelê Amerîkayê bi saya têkoşîna wan a qehremanî hêdî hêdî gelê Kurd nas dike û haya wan ji gelê Kurd çêbû. Ji ber vê yekê rêzê li hemberî gele Kurd digirin."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Trump: Em ê dewleta Kurdistanê bibînin
    Şêwirmendê Trump: Trump li ber serxwebûna Kurdistanê nabe asteng
    Fûad Husên û Mesrur Barzanî bi tîma Trump re dicivin
    Barzanî ji bo Trump: Gelê Kurdistanê li bende piştgiriya we ye
    Etîketan:
    gelê kurd, rêzgirtin, Samaritan's Purseyê, Mîsyona Evanjelîst ya Billy Graham, Serokê nû yê Amerîkayê, Donald Trump, Franklîn Graham, Amerîka, Bertile, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de